Li Amedê saet di 10:22'an de tevgera hewayî dest pê kir û gelek balafirên şer li ser hev ji balafirgeha leşkerî ya Amedê rabûn. Balafirên ku ji balafirgeha leşkerî ya Amedê rabûn sînorê Herêma Kurdistanê derbas kir. Hate zanîn ku balafirên şer li ser herêma Qendîl a Başûrê Kurdistanê digerin. Nehat zanîn herêm hatine bombebarankirin an na.