Li Amedê tevgera hewayî dest pê kir. Gelek balafirên şer ji Balakfirgeha Leşkerî ya Amedê li du hev rabûn.
Nehate zanîn ku balafirên şer ber bi kîjan alî de firiyan. Hate diyarkirin ku şevê din balafiran herêm bombe kiriye. Herî dawî şevê din herêmên di bin kontrola gerîlayan de yên li Başûrê Kurdistanê hatibûn bombebaran kirin.