Balefirên şer herêmên gerîlayan bombebaran kir

Balefirên şer herêmên gerîlayan bombebaran kir

Balefirên şer ên artêşa Tirk herêmên Başûrê Kurdistanê yên di bin kontrola gerîlayan de bombebaran kir.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balefirên şer ên artêşa Tirk saet di 21.40 de Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Nehat zanîn kîjan herêm hatiye bombebarankirin. Li van deveran bi sedan gund hene.

Herî dawî, şeva 6-7ê mijdarê balefirên artêşaTirk Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 2 kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.