Balefirên şer ên rejîma Sûriyeyê gundên Serêkaniyê ku komên çekdar ên Artêşa Sûriyeya Azad ketibûnê bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balefirên şer ên rejîmê ku piştî Artêşa Azad ket Serêkaniyê, ev 3 rojin bajar û derdorê wê bombebaran dike, îro jî hinek gund bombebaran kirin. Balefiran di saatên nîvro de herêma Esfer Necar û gundên Tel Xelef û Tiwênî yên bombebaran kirin. Der barê encamên bombebaranê de tu agahî nehatin bidestxistin.
Balefirên şer her wiha gundê Tilnesirî yê girêdayî bajarê Tiltemir ku asurî lêdijîn û di navbera Tiltemir û Hesekê de dimîne bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 3 xanî hilweşiyan û jinek û zarokek jî birîndar bûn.