Balafirên şer ên Tirk Sîdekan bombe kirin
Duh êvarî balafirên şer ên Tirk bajarokê Sîdekan ê li mintiqa Soran bombe kirin. Di encam de zirarek mezin gihişt rez û baxçeyên gel, bi berfirehî şewatê bi erazî girt.
Duh êvarî balafirên şer ên Tirk bajarokê Sîdekan ê li mintiqa Soran bombe kirin. Di encam de zirarek mezin gihişt rez û baxçeyên gel, bi berfirehî şewatê bi erazî girt.
Duh êvarî bajarokê Sîdekan ê girêdayî Hewlêrê ji hêla balafirên şer ên artêşa Tirk bi saetan hate bombekirin. Hate ragihandin ku ji ber bomberdûmanê rez û baxçeyên gundiyan zirarek mezin dîtine.
Berdevkê Havîrdorê yê Herêma Başûrê Kurdistanê Semed Mihemed diyar kir ku wek Wezareta Havîrdorê ya Kurdistanê êrîşan dişopînin, got ji bo tespîta xisaran lêkolînan destpê kirine.
Semed Mihemed bi bîr xist ku her sal ji ber êrîşên balafirên şer ên Tirk xisarên mezin digihêjin qada Sîdekan, bertekên xwe wiha anî ziman: “Ji ber êrîşan gelê me nikare biçe hin zozanan. Heta niha Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê jî nerazîbûnek cîdî nîşan neda.”