BI DÎMEN

Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Qendîlê barandin

Balafirên şer ên Tirk, duh bi şev bombe li herêma Qalatuka û gundên Balakatê û Bolê yên Qendîlê barandin.

Balafirên şer ên Tirk duh bi şev bombe li herêma Qendîlê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Bomberdûmana ku li gorî dema herêmê saet di 20:00 de destpê kir, saetekê dewam kir. Balafirên şer li herêmên sivîlan dan.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji ber bomberdûmanê tiştek bi kesî nehatiye, lê dehl û rezên gundiyan zerar dîtine.