Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Qendîlê barandin
Balafirên şer ên Tirk bi qasî 2 saetan bombe li gundên Xobyan, Enzê, Suredê, Bêwan û Dola Kalatuka barandin. Ji ber vê bomberdûmanê xisareke mezin li dehl û rezên gundiyan bû.
ANF
QENDÎL
yekşem, 8 gulanê 2016, 11:38
Balafirên şer ên artêşa Tirk duh bi şev bombe li gundên Qendîlê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Bomberdûmanê saet di 02:15'an de destpê kir û heta saet 04:00 bi rengekî bênavber dewam kir.
Balafirên şer ên Tirk bombe li derdora gundên Xobyan, Enzê, Suredê, Bêwan û Dola Kalatuka barandin. Ji ber bomberdûmanê tiştek bi kesî nehat, lê belê xisareke mezin li gundan bû.