BI DÎMEN

'Azadiya Welat dîroka şehîdên me ye'

Gerîlayê HPG'ê Nûman Amed bal kişand ser girîngiya rojnameya Azadiya Welat ji bo civaka Kurd û bi gotina, "Divê tîraja rojnameyek mîna Azadiya Welat 3-4 mîlyon be" banga tevlîbûna li kampanya 'Her malek welatek e' kir.

Gerîlayê HPG'ê Nûman Amed, li ser kampanya 'her malek welatek e' ya ji aliyê rojnameya Azadiya Welat ve hat destpêkirin ji ANF'ê re axivî.

Amed bal kişand hevsengiya navbera azadiya gelê Kurd û rojnameya azadiya welat û got, "Di navbera rojnameyê û fêrbûna zimanê Kurdî de jî hevsengiyek heye. Ev ji bo me hemûyan derbas dibe. Dema ku meyla me çû ser zimanê Kurdî, dema ku me girîngî da zimanê Kurdî, wê demê Azadiya Welat hat bîra me.Dema ku wek rojname mirov dişopîne, bi rastî jî di nav gelê me de girîngiyek mezin a Azadiya Welat heye. Ji axaftinê bigire, heta şopandina siyasetê û tevkariya wê ya li zimanê Kurdî, Azadiya Welat xwedî girîngiyeke mezin e."

Amed di dewama axaftina xwe de destnîşan kir, ku bi têrkerî neşopandina rojnameya Kurdî cihê rexneyê ye û got, "Dibe ku mîna gelên din di nava gelê me de çandeke kûr a xwendinê nehatibe afirandin. Pêwendiya vê yekê bi derfetan heye. Yanî derfetên gelê me yên ji bo şopandina bûyer û qewimînan mîna yên gelên din nînin. Dibe ku derfetên wan ji yên me bêhtir bin. Wekî din, li kêleka rojnameyan TV jî hene. Ev jî di xwendinê de rê li ber lawaziyê vedike."

Amed rexne li vê lawaziyê jî kir û ev nirxandin kir, "Pêwîste li ser vê bê rawstîn. Sedema vê çi ye? Her ferdekî Kurd divê li ser vê bifikire. Pêwîste di şopandina rojnameyê de lawazî çênebe. Divê Kurd vê yekê ji xwe re weke pîvanekî exlaqî bibîne."

Nûman Amed da xuyakirin, ku di navbera azadiya Kurdan, têkoşîna azadiyê û rojnameyan de hevsengiyek heye û got, "Di vî warî de têkiliyeke xurt heye. Lewma mirov dikarin bêjin qedera azadiya ferdên Kurd û ya van rojnamevan bi hev ve girêdayî ne. Lewma tu çiqasî xwedî li rojnameyê derkeve, tu yê ewqasî xwedî li azadiya xwe derkeve. Ji ber vê yekê, divê tîraja rojnameyeke mîna Azadiya Welat li Kurdistan û Tirkiyeyê sê mîlyon be, çar mîlyon be. Ne hezar, deh hezar. Bi têrkerî girîngiya wê nayê dîtin. Hewce ye her Kurdek vê rewşê weke rexneyekê xwe binirxîne."

Di dawiya axaftina xwe de Nûman Amed diyar kir ku rojnameya Azadiya Welat bîranîna Mûsa Anter û hemû şehîdên çapemeniya Kurd e. Amed got, "Di rastî de Azadiya Welat dîroka van şehîdên me ye. Pêwîste mirov bi vî rengî bibînin. Dîsa dubare ez bêjim ev kampanya girîng e û xwedîderketina gelê kurd li vê kampanyayê gelekî girîng e."