'Azadiya Dersîm û Cizîrê azadiya Kurdistanê ye'

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, qirkirina beriya 79 salan li Dersîmê ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin, bi plan û zanebûn hatiye kirin û ragihand, hewl tê dayîn heman polîtîka îro jî bê meşandin.

KCK'ê bal kişand ser girîngiya 'Konferansa Qirkirinê' ya pêr li Dersîmê hat lidarxistin û destnîşan kir, ku tevlîbûna malbatên şehîdên Cizîrê li vê konferansê gelekî watedar e.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, têkildarî 79. salvegera Qirkirina Dersîmê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK'ê bibîr xist, ku beriya niha bi 79 salan qirkirina Dersîmê hat destpêkirin û diyar kir, jin, zarko, extiyar, ciwan 90 hezar Dersîmî hatin qetilkirin, bi deh hezaran sirgûnî Tirkiyeyê hatin kirin. Hevserokatiyê got, "Em mirovên li Dersîmê hatin qetilkirin û yên li sirgûnê êşên giran kişandin, bi rêzdarî bibîr tînin. Em, yên ev qirkirin pêk anîn bi hêrseke mezin şermezar dikin."

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir: "Terteleya Dersîmê bi zanebûn û plankirî hat pêkanîn. Bi sedan, bi hezaran salî, dûrî ji dagirkeriya dewletê, li ser xaka xwe weke civakeke li derveyî dewletê di nava demokrasiyê de bi çand, ziman û nasnameya xwe bi rengekî azad dijiyan. Kurdên Elewî yên bi ruhê azad ên li erdnîgariya Dersîmê dijiyan, ku sefer li vê erdnîgariyê dibû lê serketin ti carî nedibû, bûn hedefa netewe dewletê. Netewe dewleta ku cewhera xwe tevkujî û faşîzm e, Dersîm weke serê kînorê dît û xwest vî serî bieciqîne. Ev qirkirin jî di bin navê 'şaristaniyê dibin Dersîma paşdemayî' hat kirin. Bi vê yek xwestin qirkirinê ji gelên Tirkiyeyê û cîhanê veşêrin.

ÇIYAYÊN DERSÎMÊ YÊN NAYÊN FETHKIRIN, ERDNÎGARIYA JIYANA SADE YA KURDÎTIYÊ NE

Çiyayên Dersîmê yên nayên fethkirin, erdnîgariyeke ku Elewîtî û Kurdîtî bi rengekî herî cewherî û sade lê tê jiyîn. Dersîm her tim di nava sînorên siyasî yên dewletekê de ma, lê belê weke civakeke li derveyî dewletê xwe ji gemar û zingara desthilatdariyê vegirt, bi çanda eşîrtî û nirxên Elewîtiyê jiyana xwe bi rêxistin kir û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser kir. Bi vê taybetmendiya xwe ve her tim bû erdnîgariyeke xweser. Netewe dewletê xwest vê xweseriyê hilweşîne û Dersîmê bike Tirk. Piştî qirkirina fîzîkî ji her alî ve Qirkirina Spî xist meriyetê, hewl da Kurdîtiyê li Dersîmê ji holê rake û ji nirx û cewhera wê qut bike.

Lê belê tevî ewqas komkujî û tevkujiyan, ruhê azad ê Dersîmê di her firsendê de karaktera xwe nîşan da. Bi ruhê Dersîmê, ku di şexsê Dr. Şivan, Huseyîn Cevahîr, Mazlûm Dogan, Sakîne Cansiz, Suleyman Cîhan û Cafer Camgoz de şênber bû, li dijî qirkirinê îsyan hat destpêkirin. Eger îro Dersîm li cewhera xwe vedigere, eger îro bi hezaran şehîdên xwe yên azadî, demokrasî û sosyalîzmê hene, ev yek îsyana ruhê azad ê li dijî qirkirina 1937'an e. Jin, ciwan û extiyarên Dersîmê, êdî li ser şopa Seyîd Riza û Besê yên li ber hêzên qetlîamker serî netewandin, bi ruhê azad dimeşin. Dibe ku Dersîmê gelek êş kişandibe, Lê belê jin, ciwan, extiyar û zarokên Dersîmê îro bi têkoşîna xwe ya jiyana azad û demokratîk ve hewl didin jiyana xweser a bi ruhê azad ji nû ve li Dersîmê vegerînin. Dersîmê kengî bi nasname, çand û zimanê xwe xwe gihand xwerêveberiyê û ruhê azad zindî kir, wê çaxê wê qirkirin bi dawî bibe."

LI DERSÎMÊ LIDARKETINA KONFERANSÊ GELEKÎ WATEDAR E

KCK'ê bal kişand ser konferansa du rojan li Dersîmê hat lidarxistin û diyar kir, lidarketina vê konferansê li Dersîmê gelekî watedar e. KCK'ê, amadekar û beşdarên konferansê pîroz kir û wiha dewam kir: "Cewher, ruh û vegotina Konferansê, ji bo afirandina Dersîma bi ruhê azad a ji xwerêveberiya bi çand û nasnameya xwe ye. Lidarketina konferanseke bi vî rengî li ber awirên Seyîd Riza yê sembola ruhê azad ê Dersîmê, gelekî watedar e. Êdî kîjan Dersîmî bi ruhê azad ê Seyîd Riza tevbigere û ji bo avakirina Dersîm a azad û xweser têbikoş e, ew ê bibe Dersîmiyê rasteqîn. Sekna serbilindî ya Seyîd Riza ya li navenda Dersîmê û ruhê azadiyê yê Sakîne Cansiz ê serî natewîne, bûne havênê siberoja Dersîmê. Êdî ti hêza qirkirinê wê nikaribe pêşî li jiyana demokratîk û azad a li Dersîmê bigire."

TÊKOŞÎNA DERSÎMA AZAD Û CIZÎRA AZAD TÊKOŞÎNA KURDISTANA AZAD E

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê tevlîbûna malbatên berxwedêrên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan a li konferansa Dersîmê nirxand û destnîşan kir, ku têkoşîna Dersîma azad, Cizîra azad têkoşîna Kurdistana azad e. Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Di salvegera Qirkirina Dersîmê de tevlîbûna malbatên şehîdên Cizîrê li konferansê gelekî watedar e. Komkujiya li Cizîrê hat kirin jî ji bo qirkirinê bû. Mehkûmkirina Qirkirina Dersîmê û li ser vê bingehê meşandina têkoşîna Dersîm a azad, di heman demê de têkoşîna Kurdistan a azad e. Gotinên malbatên şehîdên Cizîrê û neviyên Seyîd Riza yên li Konferansa Dersîmê hatin bilêvkirin, li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk bûne sonda Kurdistana azad û demokratîk.

Polîtîkayên qirkirinê yên sedsala 20'an ên ji aliyê feraseta netewe dewletê ve hatin meşandin, nepêkan e di sedsala 21'an de bên biserxistin. Têkoşîna bi dehan salan a gelê Kurd a ji bo azadî û demokrasiyê, wê Tiriyeyê demokratîk bike û Kurdistanê azad bike. Ruhê azad ê Dersîmê û ruhê azad ê Cizîrê, wê li her devera Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn rabe ser piyan û ruhê azad ê Kurdistanê wê hemû gelên Rojhilata Navîn bigihîne jiyana azad û demokratîk."