Parlamentera BDP’ê Emîne Ayna ku bi parlamenterên BDP’ê yên din re ji bo piştgirî bide, grevên birçîbûnê yê di girtîgeha de ev çend roje li avahiya KCD’ê dest bi greva birçîbûnê kiriye, gotinên Serokwezîr Erdogan yên derbarê grevên birçîbûnê de bi zimanekî tund rexne kir û got: “Zimanê Serokwezîr Erdogan zimanekî dijmirovahiyê ye.” Ayna got: “Ya hûn dê mafên gelê me qebûl bikin û wekî hikûmet hûn wê pirsgirêkên Tirkiyeyê yên wekhevî û demoksariyê çareser bikin. An jî hûn wê di bin grevên birçîbûnê de biperçiqin.’ Eger mirin be, em jixwe dimirin. Em beriya greva birçîbûnê jî dimirîn.”
Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bi daxwaza sereratkirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û tevgeryana azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mafê perwerde û parastina bi zimanê zikmakî hatiye destpêkirin ket roja 64’emîn. Li derve jî, bi armanca piştgiriyê bidin greva birçîbûnê, Hevseroka Giştî ya KCD’ê Aysel Tûglûk, Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, wekîlên BDP’ê û endamên Meclîsa Daîmî ya KCD’ê û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr jî di greva birçîbûnê de ne. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya di koma partiya ya Meclîsê xwe de kir de careke din heqaret li girtiyan û BDP’yiyan kir.
Parlamentera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna gotinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku ev çend roje wekî êrîşkar bi gotinên çewt grevên birçîbûnê dinirxîne bersivand. Ayna ku nêrînên xwe bi ANFê re parve kir anî ziman ku ev demek dirêje Serokwezîr Erdogan tu tiştî nabêje û tenê bi gotinên, heqeret, çêr û gotinên nexweş êrîş dike. Ayna wiha dest bi axaftina xwe kir: “Serokwezîr ev demeke tu tiştî nabêje. Tenê lewçetiyê dike. Çi gotinên nexweş, çêr, dijeqekî û tiştên nexweş di bin hiş û zimanê wî de hebe, hemûyan bi kar tîne. Serokwezîr ev bi mehane wiha dike, niha jî wisa dike. Jixwe ji ber vê pirsgirêka kurd çareser nabe. Ji ber wê ji xwe her diçe hikûmet jî serokwezir jî her diçe dihêle.”
‘TU PROJEYÊN WÎ TUNE NE’
Parlamentera BDP’ê Ayna, di berdewamê de da zanîn ku tu projeyên Erdogan yên ji bo pêşeroja Tirkiyeyê tunene û ev tişt lê zêde kir: “Niha di destê wî de ji bo pêşeroja Tirkiyeyê tu projeyên siyasî tune ye. Wî dixwest hemû hêza desthilatiyê ya Tirkiyeyê bi dest bixe. Ya xwe jî kir jixwe. Tevahiya desthilatiyê niha di destê wî de ye. Ew qet behsa mafê kurdan nake. Nabêje gelê kurd jî lazime wekî gelê tirk xwedî çi mafî be, bila ew jî xwedî heman mafî be. Nabêje mafê zimanê zikmakî mafê hemû kesî ye. Tenê ew çêr û heqaretê dike.”
‘EM DÊ LI BERXXWE XWE BIDIN’
Parlamentera Amedê Ayna, destnîşan kir ku li hemberî vê helwesta Erdogan tenê ji wan re rêya berxwedanê maye û wiha pêde çû: “Em jî li hemberî vê ya ji destê me tê li berxwe didin. Em tenê ji wî re dibêjin ‘Em li hemberî te li berxwe didin’ Em li hemberî zulm û dîktatoriya te li berxwe didin. Ev berxwedan jî dê teqez ser bikeve.”
‘JIXWE EM HER TIM DIMIRIN’
Parlamenter Ayna têkildarî gotinên Erdogan yên der barê grevên birçîbûnê de jî ev tişt gotin: “Kanê dibêje ya ‘Ger grev dikin bila bikin’ Em jî ji wî re dibêjin ku ‘Hûn dizanin li ber we du rê hene. Ya hûn dê mafên gelê me qebûl bikin û wekî hikûmet hûn wê pirsgirêkên Tirkiyeyê yên wekhevî û demoksariyê çareser bikin. An jî hûn wê di bin grevên birçîbûnê de biperçiqin.’ Eger mirin be, em jixwe dimirîn. Em beriya greva birçîbûnê jî dimirîn. Qet nebû vê car jî em dê ji ber greva birçîbûnê bimirin. Jixwe mirin perçeyek jiyana me ye. Ew ji xwe her tim me dikuje. Lewma ji bo me tiştek naguhere. Jixwe, ez tu bersivan nadim gotinên wî yên der barê girevên birçîbûnê de. Zimanê wî gelek dejenere û kevneperest e. Ew li zimanekî dijî mirovahiyê bi kar tîne. Nexwe ew ji wî zimanî fêm dike. Lê em bi heman zimanî bersiv nadin wî. Em dê her tim li hemberî wî zimanê etîk ê exleqî bi kar bînin.”