Ayhan ê HDP’î: Em ê heta dawiyê têbikoşin
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li Xelfetiyê bi gel re civiyan, anî ziman ku li dijî êrîşên AKP/Qesrê yên di bin navê destlênedayînê de dixwazin vînê bişkînin heta dawiyê wê têbikoşin.
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li Xelfetiyê bi gel re civiyan, anî ziman ku li dijî êrîşên AKP/Qesrê yên di bin navê destlênedayînê de dixwazin vînê bişkînin heta dawiyê wê têbikoşin.
HDP, a ku têkildarî êrîşên derbeya siyasî yên di bin navê destlênedayînê de û di warê pêvajoyê de ji bo gel agahdar bike daket qadan, bi ziyaretên gel û dikandaran re ji gel re pêvajoyê radigihîne. Di vê çarçoveyê de Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê bi gel re civiya û têkildarî rojevê gel agahdar kir, ziyareta dikandaran kir û bi gel re civîn li dar xist. Ayhan destpêkê beşdarî civîna li rêxistina HDP’ê ya li Xelfetiyê bû û anî ziman ku ku li dijî êrîşên AKP/Qesrê yên di bin navê destlênedayînê de dixwazin vîna wan bişkînin, heta dawiyê wê têkoşîna xwe dewam bikin. Ayhan wiha axivî: “Biryara rakirina destlênedayîna parlementeran û ji siyasetê dûrkirinê, rejîma AKP/Qesrê nikare bide. Biryara siyasetkirinê tenê gel dide.”
Ayhan da zanîn ku êrîşeke li dijî vîna gel a ku dixwazin bê vîn bihêlin heye û wiha pê de çû: “ Ji vir û şûn de bila ew bifikirin. Em ti carî gavê şûnde navêjin. Em ê bi gelê xwe re jiyaneke birûmet ava bikin û ji bo vê heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşînin. Ti kes nikare me ji vê rêyê vegerîne. Her çiqasî derdora me dorpêç jî kiribin, me bi tenê jî bihêlin, em ê bi gelê xwe re hêzeke mezin in. Em her demê li gel gelê xwe bûn û ji niha û şûn de jî em ê li gel gelê xwe cih bigirin. Em hêza xwe ji gelê xe digirin. Heta ku gel li cem me be, em ti carî ji têkoşîna xwe gavê şûnde navêjin.”
Ayhan û heyeta pê re, piştî civîna gel li Taxa Bazûr tevlî ziyareta şînê bûn û piştre derbasî Taxa Gogana Jor bûn. Li vir serdana dikandaran kirin. Endamê Meclîsa HDP’ê Mehmet Karayilna, Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstafa Bayram û partiyî bi Ayhan re tevlî serdanan bûn. Ayhan di ziyareta dikandaran de rastî eleqeyek mezin hat, li vir pirsgirêkên dikandaran guhdar kir. Piştî serdana dikandaran jî bername bi dawî bû.