Awazdanêrê muzîka gestûsi ‘Lêxin Birano Lêxin’: Keremê Anqosî
Di warê civakî de hin newa û strane hene ku, bûne alaya neteweyî. Bi mijar û tempoya xwe her li ser zimên mayînde ne û ji bo çarenûsa civakê epîkbûneke rêberiyî dixwe de dihewînin.
Di warê civakî de hin newa û strane hene ku, bûne alaya neteweyî. Bi mijar û tempoya xwe her li ser zimên mayînde ne û ji bo çarenûsa civakê epîkbûneke rêberiyî dixwe de dihewînin.
Di warê civakî de hin newa û strane hene ku, bûne alaya neteweyî. Bi mijar û tempoya xwe her li ser zimên mayînde ne û ji bo çarenûsa civakê epîkbûneke rêberiyî dixwe de dihewînin. Yek ji van stranan jî “Lêxin Birano Lêxin” e ku piraniya civaka kurdî, wê bi koroya netewî Koma Berxwedan dizane. Lê helbest, newa, awazdanêrê vê strana hîn jî ji xwe tiştek kêm nekiriye Keremê Anqosî ye ku bi ked û cahda xwe, ji ber bêtalihiya parçebûnê li pişt paşperdeya ji wan navên ji bîr kirî maye.
Di diyalekta şanoya epîk a Bertolt Brechtî de, di berbiçavkirina têkiliyên civakî de, gestûsa civakî yek ji wan tevgerînên sereke ye. Di şanoya epîk de, diyardeya herî sereke lê bandorkirina karekteran a li ser hev e. Di têkiliyên civakî de jî, ev têkiliya sereke tewra wan î li hemberî hev berbiçav dike û ev tevgerên sereke gestûsê pêk tînin. Gestûs; tewr û tevgera kesekî/ê ya li hemberî kesên din nîşan dide. Li gor Brechtî her gestûs, wesfeke civakî li xwe nahebîne; parastina li dijî mêşekê ji gestûsa civakî dûr e. Lê (xwe)parastina li dijî kûçikekî (faşîzmê), wesfa gestûsa civakî di xwe de dihebîne. Çimkî gestûsa civakî, di warê bûyerên civakî de xwe digihîne hukmên gestûsî.
Li gel vê, gestûsa faşîzmê jî heye. Dema mirov wek hişmetekê esas bigire, gestûseke wek qalikên gûzan vikî vala der tê pêşberî mirov. Lewra, di vê gestûsê de meşa mirovên normal tune ye, rep repa lingên kesên faşîst heye û ev rep rep li ser mirinê xwe pêk tîne. Li vir Brechtî dest nîşan dike ku, hunermend li dijî diyardeya ‘hişmetî’ mecbûr e tewrê xwe nîşan bide, divê hunermend destûrê nede tenê ew reprep biaxive û li gora dilê xwe her tiştî pêk bîne. Lew, çawa ku gestûs di warê çêkirina awaz û newayê de alîkariya hunermend an jî muzîkjen dike, divê awazdanêr jî hay ji rêgeza gestûsê hebe û di berdewamiya çalakiya xwe yî muzîkî de tewrekî polîtîk bide der. Çimkî, hunermend mecbûr e gestûsa civakî bike mijara afrîneriya xwe.
Keremê Anqosî yê bi bîrbiriya gestûseke civakî, li dijî hemû binpêkirinên gestûsa faşîzma sedan salî tevgeriya û bi dehan berhemên gestûsî û epîk yên wek “Lêxin Birano Lêxin” li kelepora kurdî ya berxwedêriyê zêde kir û bi awaza xwe qîriya ‘rabe kurdo mertalê me yek bûye, rêya azayiyê gerîllatî û pêşmergetî ye’ kurê dengbêj Zaharê Emoyê Anqosî ye.
Di destpêka sedsala 20’emîn, nexasim jî di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji Bakurê Kurdistanê gelek kurd hatin nefîkirin û berê xwe dan welatên Qasqasyayê; Gurcîstan, Ermenîstan, Azerbaycan, Qazaxîstan û hwd. Ev kurdên ku hatin nefîkirin, ji bo berdewamiya hebûna xwe, mecbûr bûn ku li gor toreyên xwe bijîn. Gelek ji wan bêwestan û minet ketin nav liv û tevgerên hebûnê. Yek ji van navan jî Keremê Anqosî ye. Hema bêje hemû temenê xwe di oxira hebûna civaka xwe de feda kiriye û li ser asasên gestûseke civakî tevgeriya ye.
‘EW DIL ZIYARET E, EW DIL KURDISTAN E’
Nivîskar, rewşenbîr, muzîkjen, weşangêr, dîroknas Keremê Anqosî yê ku dibêje, ‘Merî nikare cegera xwe, dilê xwe xwe ra kar ke û bera dinyalîgê bide. Dilê me yek e, demarê xûna me ji hemû dera tê digihîje dilekî. Ew dil ziyaret e, ew dil Kurdistan e’ di 10’ê cotmeha 1937’an de li Tiflîsa Gurcistanê hatiye dinê. wê û bavê wî xelkên Tûrkê, gundê Seydî Bega Wanê ji eşîra Anqosiya ne. Anqosî di sala 1956’an de li Tiflîsê dibistana seretayî, navîn û lîseyê bi awayekî serkeftî, bi nota 5’an kuta dike û ji ber vê madalyaya zêrîn werdigire. Ji ber vê zîrekiya xwe bala hemû mamsoteyên xwe dikêşe. Anqosî têkildarî vê wiha dibêje: “Min pir hej ji xwendinê dikir. Yan ketibûme derdê wê yekê; kal bavê min, mezinê min, wê û bavê min, pismamê me, xizmê me hemû nexwendî bûn. Bi zimanê dewletê nizanibûn û ji ber vê nikaribûn bi hikûmetê re danûstendina xwe bikirana. Min jî got, gerekê bixwînim, zimanê dewletê jî hîn bibim û pêşkevim jî. Bila navê me jî derkeve, navê miletê me û hayê milet jî jê hebe.”
Anqosiyê ku di dema lîseyê de matematîk, fîzîk, kîmya bala wî dikşîne û li ser wan hûr dibe, dixwaze beşa fîzîkê bixwîne. Piştî lîseyê kuta dike li Zanîngeha Dewletê ya Tiflîsê li Fakulteya Fîzîkê bi cih dibe. Dema salekê li vê zanîngehê dixwîne, dixwaze biçe Moskowayê li Zanîngeha Lomolosayê ya herî mezin beşa fîzîkê bidomîne û serî li vê zanîngehê dide û bi cih dibe. Lê ji bo biçe Moskowayê divê destûrê ji wê û bavê xwe bixwaze. Ji ber bavê wî di warê dîn, êzdatiyê de yekî şikestiye, ji pîr û şêxên malbata xwe dipirse. Anqosî derbarê vê de wiha dibêje: “Çû gazî pîr û şêxê mala me kirin. Ji wan re got, Kerem dixwaze here Moskowê bixwîne? Gotin bavê min; Naaa… îjar mirîd û xwendin. Xwendin ji me êzîdiya re gune ye. Nehêle, wê Kerem ji dînê xwe derkeve, wê ûris be. Bi vî awayî bavê min nehişt min bixwenda.”
Piştî ev daxwaza wî bi cih nayê, Anqosî diçe Fakulteya Rojhilatnasiyê û di sala 1961’ê de li heman fakulteyê mezûn dibe. Di sala 1963’yan de Anqosî dibe laborant û pişt re bi kar û barên zanistiyê re bilî dibe.
Keremê Anqosî yê ku, her etra wî civaka wî ya kurdî ye, li Gurcistanê ji folklorê bigire heta muzîkê, ji wêjeyê bigire heta şanoyê, ji radyoyê bigire heta rojnameyê di her warî de suxrekarê civaka xwe ye û ji bo kurdên Gurcistanê û gelê gurc yek ji wan navên giranbuha ye. Anqosî li Gurcistanê yek ji daner û edîtorê sereke yê Radyoya Kurdî ye. Ji 1978’an heta 2004’an li Radyoya Gurcistanê di beşa kurdî de dixebite. Piştî ji aliyê hikûmetê ve bo 3 salan weşana radyoyê tê rawestandin di sala 2007’an de bi navê Radyoya Ronkaî (FM 100.9 TIFLÎS) careke din karê xwe yî radyoyê dike.
Li gel karê radyoyê Anqosî, li Gurcistanê hema bêje di her saziyî de derdikeve pêşberî mirov. Di sazî û dezgehên wek Yekîtiya Mamosteyên Kurd, Yekîtiya Parlementerên Kurdên Gurcistanê, Komeleya Wênekêşên Kurd, Zankoya Gelêrî Ji bo Niştecihên Kurd a Êzidiyên Kurdistanê dixebite. Navenda Dînê Êzdiyan ava dike, avakarê Yekîtiya Ronakbîrên Kurdên Gurcistanê ye. Anqosî li Komara Gurcistanê gelek caran ji bo komîsyon û saziyên wek Dadgeha Bilind a Gurcistanê, Endamê Komîteya Hilbijartinê ya Gurcistanê, Endamê Heyeta Presîdîûmên Civaka Tiflîsê hatiye hilbijartin. Her wiha gelek caran hatiye xelatkirin û ji van xelatan yek jê jî “Nîşana Rûmetê ya Georgiya” ye.
Anqosî li Gurcistanê berî di rêveberiya Pratiya Komunîst de cih bigire, li Bakuyê Perwerdehiya Bilind a Partiya Komunîst kuta dike û di sala 1979’an di Komîteya Navendiya Partiya Komînîst a Gurcustanê de cih digire û heta sala 1991’ê dixebite.
‘LI GURCÎSTANÊ YEKEM ROJNAMEYA KURDÎ GILAVÊJ’
Anqosî, li nav kurdên Gurcistanê di warê ziman, wêje, folklor, dîrok, etnografya û hwd. de wek kesî zana û pispor tê zanîn. Lew dema li Gurcistanê behsa çand û kelepûra kurdî tê kirin, pêşî navê Anqosî tê telafûzkirin. Xwediyê gelek berhemên çandî, dîrok, wêje û lêkolînî ye. Her wiha Anqosî, endamê Yekîtiya Rojnamegerên Gurcistanê ye û di sala 1999’an de li Tîflisa Gurcistanê bi navê Gilavêj yekem rojnameya kurdî derdixe.
YEKEM AVAKARÊ KOMA ROCKA KURDÎ YE
Anqosî, li gel lêkolînerî, nivîskarî, weşangeriya xwe hunermend û muzîkjenekî çak e jî. Yek ji avakarê koma rocka kurdî ya ewil e. Anqosî û çend hevalên xwe yên mîna Keremê Gerdenzerî di sala 1975’an de yekem koma rockê “Koma D..
Anqosî û çend hevalên xwe yên mîna Keremê Gerdenzerî di sala 1975’an de yekem koma rockê “Koma Dîlan” ava dikin. Ev kom du salan didome û piştî demekê belav dibe. Piştî Koma Dîlan belav dibe Keremê Gerdenzerî û çend kesên din Koma Weten ava dikin. Her wiha Anqosî avakarê komên govend, muzîk û folklorîk ên wek Govenda Kurdî, Reqasên Gelêrî, Hoy Narê, Koma Zarokan a Stran û Govendê hwd. Di gelek şahî û civatên çand û hunerî de wek organîzasyon tevgeriya ye û pêşkeşvaniya wan kiriye.
Anqosî xwedî gelek berhemên wêje, lêkolîn, folklorîk û dîrokî ye. Ji berhemên wî hin jê ev in: “Alîfba Bona Zimanê Kurdî (Kurdî-Gurcî, Kurdî-Rûsî), Êl û Berekêd Kurdêd Êzîdî, Ji Xezîna Ulmê Şixadî, Kurdish Folklore, Pirsêd Kurdnasiyê, Welato, Qewlê Heqîqetê û hwd. Gelek berhemên wî bi zimanê gurcî, ermenkî, rûsî hwd. hatine wergerandin û her wiha wî jî gelek berhemên ermenî, gurcî, rûsî wergerandine kurdî.