Avahiya KCD di dorpêça polîsan de ye!

Avahiya KCD di dorpêça polîsan de ye!

Beriya ku Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahettîn Demîrtaş û Hevserokê KCD Ahmet Turk serdana avahiya KCD bikin, polîsan avahiya KCD dorpêç kirin.

Beriya ku Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahettîn Demîrtaş û Hevserokê KCD Ahmet Turk serdana parlementer û endamên Meclîsa Daîmî ya KCD bidin balkêşe ku polîsan li ber avahiya KCD ewlekariyên mezin girtin. Avahiya KCD dorpêç kirin.

Polîsan duh piştî meşa li Amedê, camên avahiya KCD şkandin û gaza bîberê reşandibûn hundir, her wiha Parlementerê BDP’ê yê Wanê û Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD Ozdal Uçer derb kiribûn.