BI DÎMEN

Asayîş: Êrîş li hemberî sivîlan hat kirin

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava da xuyakirin, ku êrîşa xwekujî ya îro danê sibehê li Qamişloyê rû da, bi wesayîteke bombebarkirî hatiye kirin û di vê êrîşê de yekser sivîl hedef hatine girtin.

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Rojava, li ser êrîşa îro saet di 09:23'an de li taxa Xerbî ya Qamişloyê hat kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya Asayîşê bi vî rengî ye:

"Îro saet di 09.23 de qemyonek bombebarkirî li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo teqiya. Êrîş li cihekî sivîl lê dijiyan û gelek sivîl hingî lê hebûn, pêk hat.

Di encama êrîşê de gelek sivîl birîndar bûn û ziyanek madî ya mezin gihişt malên welatiyan. Her wiha gelek sivîl hê jî di binê xirbeyên avahiyan de asê ma ne. Hêzên me hewl didin berpirsyarên vê êrîşa terorane kifş bikin.

Weke Hêzên Asayîşa Rojava, em sersaxiyê ji şêniyên berxwedêr ên Qamişloyê re dixwazin û careke din sond dixwin, ku em ê tola şehîdan hilînin."