Artêşa Tirk herêmên Başûrê Kurdistanê topbaran dike
Artêşa Tirk herêmên Başûrê Kurdistanê topbaran dike
ANF
Colemêrg
şemî, 19 gulanê 2012, 19:25
Yekîneyên leşkerî yên li ser sînorê navçeya Çelê ya Colemêrgê, herêmên Başûrê Kurdistanê ji demjimêrên êvarî ve topbaran dikin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, yekîneyên topvan ya Darsînkî ya hêjmar 49 herêmên Başûrê Kurdistanê topbaran dike. Dengê topan ji navenda navçeyê jî hatin bihîstin.