Balefirên şer ên artêşa Tirk careke din gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran kir. Di encama bombebarana artêşa Tirk de depoya ava vexwarinê ya gundê Xankê hişweşiya.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) der barê bombebarana artêşa Tirk a 15ê mijdarê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî de agahî da.
HPG-NÇRê der barê êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê (HPM) de ev agahî da: “Di 15’ê Mijdarê de di saet 22.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundên Xankê û Yekmalê yên bi ser Metînayê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de depoya avê ya ava vexwarinê ya Gundê Xankêye ruxiyaye. “