Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li Rojava 9 gund şewitandin û talan kirin
Talan, şewitandina gundan û kavilkirina artêşa Tirk û çeteyên wê yên ku bi dagirkirina Cerablûsê dest pê kirî, berdewam dike.
Talan, şewitandina gundan û kavilkirina artêşa Tirk û çeteyên wê yên ku bi dagirkirina Cerablûsê dest pê kirî, berdewam dike.
Di şerê derewîn ê di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê de ev du roj in 9 gundên di navbera Raî, Ezaz û Raî Minbicê de dimînin, hatin talankirin û şewitandin.
Li gorî agahiyên xwecih ev du roj in gundên Sava, Karagoz, Didriş, Sindî, Nehda ên Kurdan û gundên Ereban ên bi navê Til Ar ê Rojhilat û Rojava ku têne talankirin.
Jêderkên xwecih dibêjiin gund bi temamî hatine valakirin, çeteyan dest li ser hemû tiştên gundiyan daniye.