'Artêşa Tirk li Çelê leşkerên xwe dikuşt'

"Yên operasyon dan destpêkirin ew bûn, lê yên timî êrîş dikirin em bûn. Di her êrîşê de bi dehan leşker dihatin kuştin. Gelekî ditirsiyan û ji ber panîkê, leşkerên xwe yên birîndar bi bombeyan dikuştin."

Artêşa Tirk, heta jê tê êrîşî Zapê dike, lê her derbê dixwe. Gerîlayen HPG/YJA Starê gotin, leşkerên Tirk ketine nava panîkê, lewma hev dikujin.

Li Keleha Ertûşê, girên Şehîd Cahîd û Şehîd Newal ên li herêma Ertûş a Zapê, şerekî giran qewimî. Gerîlayên ku di vî şerî de birîndar bûn û niha tên dermankirin, ji ANF'ê re qala şer kirin.

VIYAN A LI ŞEHÎD NEWAL

Viyan Botan li Girê Şehîd Newal dima, qala şer kir: "Bi taktîka xwe ya xitimandî ya her carê, dîsa dest bi operasyonê kirin. Tevahiya rojê balafirên keşfê li ser me gerandin û bi vî rengî xwestin em nikaribin tevbigerin. Di êvara 30'ê Tebaê de bi balafirên şer bombe li gir barandin. Piştî ku tarî bû, bi Skorskyan dest bi danîna leşkeran kirin. Di bin parastina helîkopterên Kobra de xwe berdan ser gir. Komek ji hevalan li quntara çiyê bûn. Piştî ku me leşker dît, me biryar dan em biçin ser gir cem hevalên xwe.

DI NAVA BI HEZARAN LEŞKERÎ DE 4 GERÎLA

Di nava bi hezaran leşkerî de bi tenê 4 hevalên me hebûn. Ji bo em gir biparêzin û hevalên xwe bi tenê nehêlin, me jî berê xwe dan ser gir. 3-4 rojan em li çeperên xwe tî û birçî man. Lê belê me bi vîna xwe li wir şer dikir. Daxwaza rizgarkirina hevalên xwe, em li ser piyan digirt. Piştî ku me xwe gihand hevalan, hejmara me zêde bû û êdî me dest bi êrîşê kir. Em bi biryar bûn, ku çi dibe bila bibe em ê dest ji gir bernedin; Me timî êrîşî wan dikir û bi vî rengî ew şikand."

'NAVBERA ME Û LEŞKERÊN TIRK BI TENÊ 50 METRE BÛ'

Botan diyar kir, ji bo parastina gir bi derbên wan û yên hêzên derve yên parastinê re berxwedaneke mezin hat nîşandan û got, "Ji xwe me timî êrîş dikir. Di navbera me û leşkeran de bi tenê 50 metre hebûn." Botan di dema şer de birîndar dibe û ji ser hişê xwe diçe. Gava tê ser hişê xwe, hevalên wê bang lê dikin. Botan got, "Piştî ku bi rêya bêtêlê me got, birîndar im, heval bi saetan meşiyan ji bo min rizgar bikin. Hevalan ez ji wir derxistin. Piştre jî hevalan dest ji wî girî bernedan. Şer û berxwedanê dewam kir."

BÊRÎTAN BAZÎD DEMA BERÊ XWE DIDE GIR

Şervana jin Bêrîtan Bazîd ku di dema operasyonê de ji bo teqwiyeyê diçe Girê Şehîd Newal û di rê de birîndar dibe, bi vî rengî qala şer dike: "Di dema operasyonê de em li ser girekî nêzî Keleha Ertûşê bûn. Dema me dengê şer bihîst, min û hevaleke din a jin berê xwe dan gir. Me rahişt cebilxaneyê û ketin ser rê. Di wê kêliyê de dijmin bi me hesiya. Ji xwe balafirên şer jî hingî bombe dibarandin. Di dema bomberdûmanê de jî em nesekinîn û bi çeka xwe ya B-7 û B-8 me li dijmin didan. Di dema lêdanê de, hevalan em koordîne dikirin. Min jî bi dûrbînê dijmin kontrol dikir. Di wê kêliyê de bomberdûman hat kirin. Ji ber ku li cihekî gelekî nêzî me ket, agirê roketê gihîşt me. Bedena me şewitî. Piştre heval hatin em rizgar kirin."

XALID Ê LI GIRÊ ŞEHÎD CAHÎT

Xalid Agir ê li Girê Şehîd Cahîd birîndar bû û tedawiyê dibîne, armanc û psîkolojiya artêşa Tirk a di operasyonê de vegot. Agir da xuyakirin, ku kengî ew bi leşkerên li ser gir hesiyan, tevî 3 gerîlayan wan bi bombeyên destan û çekên ferdî dest bi êrîşê kirine û got, "Yên operasyon dan destpêkirin ew bûn, lê yên timî êrîş dikirin em bûn. Piştre, ji ber ku em 3 kes bûn pirsgirêka me ya cebilxaneyê rû da. Hevalan cebilxane ji me re anîn. Me dîsa êrîş kirin. Di her êrîşê de bi dehan leşker dihatin kuştin. Leşker gelekî tirsiya bûn û di nava panîkê de bombe davêtin nava birîndarên xwe û ew dikuştin. Yanî wan bi xwe leşkerên xwe dikuştin."

Agir wiha dewam kir: "Ji ber ku bi dilsoziya me ya bi hevrêyên xwe re dizanîbûn, li ser hevalên me yên şehîd bûn hewl didan me bixin kemînê. Ji ber ku baş dizanîbûn ku em ê biçin hevalên xwe ji wir rakin. Baş dizanin ku em ti carî cenazeyên hevrêyên xwe di nava lepên wan de nahêlin. Lê wan ji tirsa bombe davêtin nava leşkerên xwe. Min di vê operasyonê de ev yek bi çavên xwe dît."

RAHIŞT CÎHAZÊ Û NEXWEST DERKEVE

Agir bal kişand ser berxwedana lehengî ya Çîçek Têkoşîn a li Girê Şehîd Cahîd şehîd bû û got, "Hevala Çîçek hevaleke gelekî xurt bû. Hêza wê ya li nava jiyanê û li nava şer, li pêş çavan bû. Em bi hev re di heman çeperê de bûn. Hevalan bi rêya cîhazê têkilî bi me re danîn û xwestin, ku ji aliyê taktîkî ve em xwe vekişînin. Hevala Çîçek rahişt cîhazê û got, 'ez ê ti carî ji vir dernekevim, heta li vir şehîd bibim ez ê şer bikim'. Tevî israra hevalan jî dest ji gir berneda, heta dawiyê li ber xwe da û şehîd bû."