'Artêşa Tirk li ber ava Zapê ket'

Ji Fermandarên YJA Starê Mizgîn Agirî û Reyhan Serhat ên di dema operasyona Zapê de li Zapê bûn, pêvajoya operasyonê û têkçûna artêşa Tirk a li pêşberî hêzên gerîla vegotin.

Ji Fermandarên YJA Starê Mizgîn Agirî û Reyhan Serhat ên di dema operasyona Zapê de li Zapê bûn, pêvajoya operasyonê û têkçûna artêşa Tirk a li pêşberî hêzên gerîla vegotin.

Li ser Operasyona Zapê ya ku artêşa Tirk di sala 2008'an de destpê kir û ji 20 heya 29'ê Sibatê berdewam kir, 8 sal derbas bûn. Fermandarên YJA Star'ê Mizgîn Agirî û Reyhan Serhat ên di wê demê de li Zapê bûn der barê vê operasyonê de nêrînên xwe bi me re parve kirin û dan ravekirin ku artêşa Tirk di operasyoneke ku bi xwe daye destpê kirin de, çawa li hemberî hêza gerîla binketiye û wiha gotin; "Dijmin bi bandora darbeyên giran ên ku di çalakiya Oremar û Gabarê de xwaribû, operasyonek wiha pêk anî. Bi vê binkeftina xwe ve hatin Zapê, bi vê binkeftina xwe ve jî paşde kişiyan."

Mizgîn Agirî ya ku yek ji fermandara YJA Star'ê ye anî ziman ku, artêşa Tirk beriya dest bi operasyonê bike hesab kir ku wê bi rêya êrîşên hewayî gerîla lawaz bixe û qadê wê yê tevgerkirinê teng bike. Lê, mîna ku di dîrokê de hatiye jiyîn, wê demê jî tevahî plansaziyên wan li hemberî hêza gerîla vala derketin. Mizgîn Agirî wiha dewamî li nirxandina xwe anî; "Operasyon di navbera 20-29 Sibatê de hat destpê kirin. Beriya ku operasyon bê destpêkirin, artêşa Tirk tevahî amadekariyên xwe pêk anî bû. Li hemû Herêmên Parastinê yên Medyayê herdem amûrên keşfê yên bê mirov digeriyan, herdem obus û hewan dihatin avêtin û beriya ku dest bi operasyonê jî bikin, nêzî 50 balafirên şer li qadên Zap û Qendîlê dan, ev jî dihat wê wateyê ku artêşa Tirk di nava amadekariyên opersyonekê de ye. Dibe ku artêşa Tirk bi dehan caran dest bi operasyona Başûr kiribe, lê ti carî nekariye li hemberî gerîla encamek serketî bi dest bixe. Operasyona Zapê jî careke din ev rastî da îspatkirin. Tevahî tîmên xwe yên taybet ên ku bi navê “Bordo bereliler-Efeler” ango "xwediyên kum sor, Efeyî" di vê operasyonê de bikar anî, lê wekî herdem vê carê jî nekarî li hemberî gerîla bibin hêz." 

Fermandar Mizgîn Agirî anî ziman ku li gel şert û mercên wê demê û zehmetiyên demsala zivistanê bi xwe re anî jî, gerîla di operasyonê de serketin bi dest xist. Agirî bi van gotinan jî bal kişand ser rêhevalên xwe yên ku di operasyonê de jiyana xwe ji dest dane; "Me di vê operasyonê de rêhevalên xwe yên ku bi qehremanî şer kirin winda kir. Van rêhevalên me bi ruhê Rêber APO tevgeriyan û wiha tevlî kerwanên şehîdan bûn."

Mizgîn Agirî anî ziman ku gerîla îdîaya artêşa Tirk a ku digot, "Em ê Zapê bînin rewşa sandvîçekê" vala derxist wiha got; "Artêşa Tirk plan dikir ku me bi rêya vê operasyonê li Başûr û Bakûr tengav bike û me veguherînin rewşeke sendvîçê. Li her deverê tank û top bi cih kiribû. Di dema operasyonê de gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî bandorek xwe yê mezin çêbû. Gelê me xwe wek mertalek zindî dît û bedenên xwe dan ber tankan."

"ARTÊŞA TIRK DI OPERASYONA ZAPÊ DE LI BER AVA ZAPÊ KET, ÇEM Û ÇEM ÇÛ"

Agirî ya ku got artêşa Tirk tekoşînek ewqas mezin ji gerîla hêvî ne dikir û dema li bendê bû ku çi dibe bila bibe wê gerîla vê carê winda bike, bi xwe heya vir hatin û winda kirin, bi van gotinan berdewam kir; "Artêşa Tirk di operasyona ku 9 roj berdewam kir de hemû teknîk û taktîka xwe bi kar anî. Em ji çekên giran bigirin heta tankan, heta êrîşên hewayî û li kêleka vê jî bi gelek teknîk jî hatin lê tevahî plansazî û projeyên ku hesab kirin, tevî artêşa Tirk li ber ava Zapê ketin, çem û çem çûn. Bi vî awayî jî operasyona Zapê bi her awayî vala derket"

"BI VALADERXISTINA OPERASYONÊ RE ME TOLA RÊHEVALÊN XWE YÊN ŞEHÎD KETIN HILDAN"

Fermandara YJA Star'ê Reyhan Serhat jî di operasyona Zapê de cihê xwe girtibû. Serhat da xuyakirin ku operasyona Zapê konsepteke mezin a ku li dijî gerîla hatibû plan kirin û wiha berdewam kir; "Artêşa Tirk a ku di Sibata sala 2008'an de dest bi operasyonê kir, beriya wê ango di meha Kanûnê de êrîşên hewayî pêk anîbû." 

Reyhan Serhat a ku anî ziman ku ev hemû amadekariyên operasyonê bûn, bal kişand ser van xalan; "Artêşa Tirk di vê operasyona ku wê vê carê pêk bianiya, bi çavek teqez lê dimeyzand, ji ber vê carê tevahî teknîka xwe danî holê, lê warê gerîla yê berxwedêr û têkoşînvan nexist nava plan û hesabên xwe de. Ji ber ku ev nexistibû hesabê jî winda kir. Amadekariyên me jî wek herdem hebûn. Çawa ku operasyon destpê kir, tevahî gerîlayên me ji gerîlayên herî nû heya yên herî kevin her kes dixwest di nava operasyonê de cih bigre. Dema dijmin di operasyonê de baweriya xwe bi teknîkê anîbû, gerîlayên me jî baweriya wan bi vîn û ruhê serkeftinê yê ku Rêber APO bi me dabû qezenc kirin anîbûn Li kêleka vê jî, ji ber teknîka ku dijmin bi kar aniye, me windahî dan. Ev windahiyên me dane, em zêdetir xurt kirin. Bi vî awayî me bi vala derxistina vê operasyonê ve, tola rêhevalên xwe yên ku şehîd bûne rakir."