Artêşa Tirk jineke ciwan li ser sînorê Rojava kuşt

Leşkerên Tirk ên dagirker, li ser sînorê Rojava gule berdan jineke ciwan û ew kuştin.

Artêşa dagirker a Tirkiyê duh piştî nîvro de li gundê El-Êsawî yê bi 15 km'yan li rojhilatê bajarê Girê Spî ye, gule berda jina ciwan a bi navê Hale Salih El-Îsa (21) û malbata wê. Hale ya ji bjarokê Sirînê, ku bi giranî birîndar bû, li ser sînor jiyana xwe ji dest da.

Dema ku şêniyên gundên derdorê dengê guleyan bihîstin, yekser berê xwe dan cihê bûyerê û cenazeyê Hale rakirin nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Girê Spî.

Cenazeyê Hale li bajarokê Sirînê yê Kantona Kobanê hate veşartin.