Artêşa Tirk dor li 4 gundên Licê girt

Artêşa dewleta Tirk a dagirker li herêmên çiyayî yên navçeya Licê ya Amedê dor li gundên herêmên ku dest bi operasyonê kirî girt û gefan li gel dixwe.

Operasyona ku artêşa Tirk a dagirker li herêma çiyayî ya di navbera gundên Çagdaş, Dîbek, Arîklî û Baglanê yên navçeya Licê ya Amedê destpêkirî didome.

Li gorî agahiyên hatinî bi destxistin artêşa Tirk a dagirker li ketin û derketina gundan leşker bi cihkiriye û destûr nade gel ku ji malên xwe derkevin.

Her wiha hate zanîn ku li gundên ku dor li wan girtinî de gefên kuştinê li gundiyan dixwen.