Artêşa Tirk debên giran dixwe: Li Çelê 21 JOH’ên din jî hatin kuştin

HPG’ê, encamên çalakiyên hemwext ên li hember 2 giran ên di 29’ê Tîrmehê li Çelê li dar xistin eşkere kir. HPG, 21 JOH hatin kuştin, hewanek 60 mm, çekek BKC, 2 çeka HD-33 hate desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyarkir ku di çarçoveya operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe, encamên çalakiya ku li Çelê li hember 2 giran li dar xistin erşekre kir.

HPG’ê wiha diyarkir: “Di çarçoveya operasyona Şoreşger Şehîd Xebat Aktepe de 29’ê Tîrmehê saet 17:10’ê şevê gerîlayên me li hember dû girên ku leşker lê bi cih bûne yên di navbera gundên Davûşa û Seyîdan ê li ser rêya Colemêrg –Çelê çalakiyekiyên hemwext li dar xistin. Encamên çalakiya li hember girekî duh encamên wê hate parvekirin. Yekîneyên me yên din li hember girê ku leşkerên JOH lê hatibûn bi cih kirin çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiya ku bi du aliyan ve 6 çeperên veşatî bi temamî hatin îmhakirin. Di encama lêdanekî xûrt a yekîneyên me di encamê de 21 JOH hatin kuştin. Di vê çalakiyê de 17 cenaze bi awayekî zelal hatine dîtin, li vir hewanekî 60 mm, çeka BKC, 2 çeka HK-33 melez hate desteserkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC, bi balafirên şer herêm bi awayekî dijwer bombe kirin. Ev çalakî li ser bîranîna hevriyên me Azad Sîser û Çekdar Amed hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 hevriyên me bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê. Dema ku nasnameyên hevriyên me zelal bûn wê bi raya giştî re were parvekirin.”

HPG’ê duh diyar kiribû ku 15 JOH hatibûn kuştin, ji 25’an zêdetir jî birîndar bibûn.