Artêşa Tirk a li pêşberî YPS'ê bêçare ma ye, Şirnexê xera dike
Artêşa Tirk ku duyemîn artêşa mezintirîn a NATO'yê ye, ji ber ku nikare li Şirnexê li pêşberî komek ji ciwanan bi pêş de biçe, bajê xera dike û dişewitîne.
Artêşa Tirk ku duyemîn artêşa mezintirîn a NATO'yê ye, ji ber ku nikare li Şirnexê li pêşberî komek ji ciwanan bi pêş de biçe, bajê xera dike û dişewitîne.
Artêşa Tirk ku duyemîn artêşa mezintirîn a NATO'yê ye, ji ber ku nikare li Şirnexê li pêşberî komek ji ciwanan bi pêş de biçe, bajê xera dike û dişewitîne. Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Hûlûsî Akar ê ji bo "moral" hat bajêr, li xwe mikur hat ku ew malên Kurdan ji bo "îtibara Artêşa Tirk xera dikin."
Hêzên dewleta Tirk ên ji 14'ê Adarê û vir ve bi her rengî û bi her cureyên çekan êrîşî navenda bajarê Şirnexê dikin, dikin nakin nikarin bi pêş de biçin. Lewma bi çekên giran bajêr xera dikin.
Li vî bajarê ku dewlet ji berê ve ji xwe re weke biryargeha leşkerî bi kar tîne û nifûsa xwe 60 hezar e, tumenek û bi dehan tûgay hene. Tevî vê yekê jî, piştî ku êrîşan destpê kirin zêdeyî 10 hezar leşker û polîsên JOH û POH anîn Şirnexê. Zêdeyî hezar cerdevanên li herêmê jî tevlî êrîşan hatin kirin. Di van êrîşan de bi sedan maşînên zirxî, tank, obus û top tên bikaranîn.
Hêzên dewleta Tirk ev 56 roj in bi rengekî giran bombeyan li bajêr dibarînin û dikin nakin nikarin bi berxwedana komek ji ciwanan. Di çarçoveya fermana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan de hêzên dewleta Tirk yek bi yek avahiyan xera dikin. Tank, top û obusên li derdora bajêr hatin bicihkirin, bênavber bombeyan dibarînin. Bi polîtîkaya hilweşînê ve diwazin tola berxwedanê ji gel hilînin.
Artêşa Tirk ku pesnê xwe dide, ew duyemîn mezintirîn artêşa NATO'yê ye, ji ber ku nikare berxwendana komek ji ciwanan a bi çekên ferdî bişikîne, hewl dide 'bejn û bala xwe' nîşan bide. Beriya niha medya dûvikê desthilatdariyê çûbû bajêr û şov kiribû. Dewletê herî dawî Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk Hûlûsî Akar şand bajêr. Akar hat 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor, lê ji bo biçe Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê, ku bi tenê kîlometre û nîvekê dûrî vê derê ye, helîkopter bi kar anî. Di axaftina xwe ya li vê derê de dîsgotina "Em ê koka wan rakin" ku jibera 35 salan a dewletê ye dubare kir.
Beriya êrîş destpê bike, ji bo operasyonê "20-25 rojên operasyonê" hatibû diyarkirin, lê ev dem gihaşt 2 mehan. Akar ev yek ji nedîtî ve hat û îdîa kir ku 'operasyon bi hewldaneke mezin û serketî dewam dike'. Akar, ji bo rizgarkirina îtibara artêşa Tirk ku yek ji serokên berê yên fermandariya Giştî Îlker Başbûg jê re gotibû 'pilinê ji kaxizê' ferman da ku şewitandin û xerakirina malên Kurdan bidomînin.
Berxwedana komek ji ciwanan ku ev 56 roj in li Bahçelîevler, Yenî, Cûmhûriyet, Îsmetpaşa, Gazîpaşa, Aydinlikevler û gelek herêmên din ên Şirnexê tê meşandin, 'îtibara' artêşa Tirk a Akar bi dû ketiye, her dihejîne.