Apoyiyê ji Deryareş: Hakî Karer

Apoyiyê ji Deryareş: Hakî Karer

Zarokê serhildêr ê Deryaya Reş Hakî Karer bi rengê enternasyonalîzmê lig elek bajar û bajarokên Kurdistanê geriya, bi rêxistin kir, pêşengiya bingehdanîna têkoşîna azadiya gelê Kurd kir. Hakî Karer ku bi eslê xwe Tirk bû di 18’ê gulana 1977’ê de li Dîlokê ji aliyê kontrgerîlayan ve hat qetilkirin. Tevgera azadiya Kurdistanê ji bo bîranîna Karer, 18’ê Gulanê weke roja Şehîdan ragihandiye.

Di salên 1977’ê de bayê şoreşgerî li her derê Tirkiyeyê diherikî û yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdan Hakî Karer di wê demê de yek ji wan bûn yên ku bawer dikirin ku azadiya Tirkiyeyê di şoreşa Kurdistanê re derbas dibe bû.

Hakî Karer di sala 1950’yê de li navçeya Ûlûbey a bajarê Tirkiye Ordûyê ji dayîk bû û zarokê malbatek ku debara xwe bi çinîna findiqan dikir bû. Dibistnana Navendî li Ulubeyê diqedîne, dibistana amadeyî jî li Orduyê dixwîne. Piştre, Beşa Bîrkarî (matematîk) a Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Enqereyê qezenç dike.

Di temenê xwe yê biçûk de hejarî û kedkariyê jî baş nas kiriye. Hakî Karer zarokatiya xwe di baxçeyên findiqan de, di nava karker û kedkaran de derbas kiribû. Ked û kedkarî weke parçeyek bir girîng a jiyana xwe didît. Hîna di salên xwe yên dibistan amadeyî de nêrînên çepgir û şoreşger diecibîne. Ji tevgera ciwanan a 1968’yê bi awayeke . Di Mitînga Findiqan a Ordûyê de cih digire. Piştî ku dest bi zanîngehê dike, êdî dibe ciwanek çepgir û şoreşger.

RIZGARIYA GELÊN KURD Û TIRK

Xwendekartiya Karer li rastî derbeya leşkerî ya 12’ê adara 1971’yê tê. Di bin bandora berxwedana ku rêberên şoreşgeran Deniz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya li hemberî faşîzmê pêş xistine de dibîne. Di sala 1973’yê de di refên pêş ên têkoşîna girseyî ya ciwanên şoreşger de cih digire. Di van deman de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas dike û herî zêde ji vî rêberê şoreşgeran bandor dibe.

Di payîza 1972’yê de Ocalan nas dike û piştre êdî ji hev venaqetin. Tişta ku her du şoreşgeran dianî ba hev ew bîrdoziya wan a li ser esasê rizgariya gelên Kurd û Tirk bûn. Ocalan ji bo hevalê xwe yê têkoşînê dibêje; “Hakî Karer weke ruhê min ê veşartî bû.”

DI NAVA KOMA APOCÛ DE DI RÊZÊN PÊŞ DE BÛ

Hakî Karer, piştî sala 1973’yê êdî bibe rêhalê nêzîk ê Ocalan. Di sala 1974’yê de di nava koma Apocû de cih digire. Di sala 1974’ê de tevî Ocalan, bi awayeke aktîf di nava rêxistina şoreşger a giştî ya xwendekaran a bi navê Komeleya Hîndekariya Demokratîk a Enqereyê (ADYOD) de cih digire. Bi vî awayî piştî derbeya 12’ê Adarê, careke din girseya şoreşger a ciwanan kom dikin.

ŞOREŞA KURDISTANÊ

Karer bawer dike ku serxwebûna Tirkiyeyê di biratiya gelên Kurd û Tirk û şoreşa Kurdistanê re derbas dibe, ji sala 1975’ê ve li bajarên Kurdistanê dest bi xebatên xwe yên şoreşgertî dike. Bi rengê xwe yê enternasyonalîst ve li gelek bajarên Kurdistanê digere. Di demek kin de li Êlih, Agirî, Edene û Dîlokê xebat dike. Li vê derê gelek ciwanên Kurd nas dike. Ji wan re diyar dike ku ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê têkoşînê divê. Bi vî awayî pêşengiya têkoşîna azadiya Kurdistanê dike.

OCALAN: ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ BÛ

Hakî Karer xwe bi xwe diyarî şoreşa Kurdistanê kir; bi sadeyî, dilsozî, wêrekî, fidekarî û jidiliya xwe ve têdikoşiya. Ocalan di wê demê de ji bo Hakî Karer wiha dibêje:

“Ji roja ku Şoreşa Kurdistanê fêm kir û pêve, dest ji pûla dawî ya zanîngehê berda, weke ku nivînên wî li ser pişta wî be, bê dudilî berê xwe da wetalê me ku qet nas nedikir. Gava pênç qûruşên wî tune bûn, gelek caran di rojên têkoşînê de hemaltiyê dikir. Her tim kincên wî qetiyayî bûn, tenê bi danek ê xwarinê ango taştê dijiya. Ji bo derbaskirina hemû neyêniyan ji bo derdora xwe çavkaniya îlhamê bû. Kesên ku pêre bûn, nedizanîn dem çawa derbas dibe…”

KONTRGERÎLA KETIN DEWRÊ

Piştî salên 1970’yan dewlet Tirk dît ku êdî li Kurdistanê livînek heye. Piştî ku dewleta Tirk got qey wê tevgera çepgir parçe kiriye, vê carê êrîşê Tevgar Apocu ya li Kurdistanê kir. Ji ber wê jî kadroyên pêşeng ên vê tevgerê dike hedef. Piştre jî li hemberî Apocûyan kontrgerîla dixe dewrê. Rêxistinek bi navê “Stêrka Sor” a di bin kontrola MÎT’ê de dixe dewrê. Li Dîlokê kesek bi navê Alaatîn Kaplan ji bo hevdîtinên bangî Hakî Karer dike. Di hevdîtina 18’ê gulana 1977’ê de pêk tê de, kemîn li ber Karer dideynin û qetil dikin. Bi vê êrîşê ne tenê Tevgera Apocû, piştevaniya biratiya gelên Kurd û Tirk jî kiribûn hedef.

LI HEMBERÎ VÊ PKK AVA BÛ

Piştî şehadeta Karer ê ku ji bo bîrdoziya têkoşîna tevgera Apocu xwedî rolek pir girîng û hêja bû, PKK tê avakirin. Ji ber şehadeta Karer, tevgera azadiya Kurdistanê dest bi hewldanên avakirina partiyê dike. Di 27’ê mijdara 1978’ê de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) tê avakirin.

MEH Û ROJA ŞEHÎDAN

PKK weke tevger û partiya azadiya Kurdan pêş dikeve, 18’ê Gulanê roja ku Hakî Karer têde şehîd ketiye, weke “Roja Şehîdan” bi nav dike. Meha Gulanê ji bo gelê Kurd dibe meha têkoşîna li dijî paşverûtî û mêtîngeriyê. Di 19’ê Gulana 1978’ê ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Halîl Çavgun tê qetilkirin. Di 17’ê Gulana (şeva 18’ê gulanê) de li hemberî faşîzma 12’ê Îlonê çar lawên Kurd Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengin û Eşref Anyak, di Zîndana Amedê de agir berdidin bedena xwe û vê xeta berxwedanê didomînin.