Bajarê Amudê ku gelek êş û elem kişandin, dê sibe cangoriyên komkujiya Sînemaya Amudê ku 52 sal beriya niha pêk hatibû, bibîr bîne. Gelê bajarê Amudê birînên komkujiyê ku 283 zarok hatibûn şewitandin, bi paqijkirina bajêr a ji hêzên rejîmê û avakirina xweseriya demokratîk derman dike.
Sibe 52’yemîn salvegera komkujiya Sînemaya Amudê ye. Li bajarê Amudê yê Rojavayê Kurdistanê di 13’ê Sermaweza sala 1960’an de 283 zarokên kurd li Sînemeya Amûdê, di encama şewata derketibû de jiyana xwe ji dest da. Roja 13’ê Sermaza sala 1960’an, berpirsyarê rejîma Suriyeyê yê Amûdê ku wê demê jê re digotin, “Midûrê Nahiyê”, di bin navê “komkirina alîkariya bi şoreşa gelê Cezayîrê re”, ferman da ku zarokên dibistanên seretayî bi zorê bibin sînemayê.
Ji ber ku sînema biçûk bû û têrî hemû zarokan nedikir, salon bêyî ku navber bê dayîn, 2-3 caran li ser hev hate bikaranîn. Cara dawî, nêzîkî 400 zarokan ku piraniya wan xwendekarön dibistana seretayî bûn xistin hundirê salona sînemayê. Di vê demê de ji nişka ve agir bi motora sînemayê ket, li tevahiya avahiyê belav bû.
RAYEDARAN MUDAXELE NEKIR
Bi sedan zarokên kurd di nav agir de man, lê tevî vê yekê jî, rayedarên dewletê mudaxeleya şewatê nekirin. Di encama şewatê de 283 canên biçûk jiyana xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn, her wiha gelek jî seqet man. Ev helwesta rayedarên dewletê, şik û gumanên şêniyên Amûdê zêde kirin û gel baweriya xwe pê anî ku şewat bi zanebûn hatibe derxistin.
Heta niha jî nayê zanîn ka şewat çawa derket, lê balkêş bû ku dewletê ne wê demê, ne jî piştre, der barê şewatê de, tu lêpirsîn venekirin. Heta niha jî kurd, guman dikin ku di bûyerê de destê dewletê yan jî destê hin derdorên tarî yên di nav dewletê hebe, lewre jî bûyer wekî, “Komkujiya Sînemeya Amûdê” hate binavkirin.
BIRÎN TÊNE DERMANKIRIN
Bajarê Amudê ku bi zilm û zordariya rejîmê gelek êş û elem kişandin, herî dawiyê jî 35 şêniyên wê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê di keştiya penaberan de jiyana xwe ji dest dan, niha rûpelek nû li dîroka xwe vedike. Bajarê ku bi destpêkirina şoreşa Suriyeyê re, ji aliyê gel ve ji hêzên rejîmê hate girtin, çend roj beriya niha jî bermahiyên din ên rejîmê jî paqij kirin. Şêniyên Amudê ku piştî paqijkirina hêzên rejîmê, dest mi avakirina sîstema xweseriya demokratîk kirin, bi vê yekê birînên salan, hêdî hêdî derman dike.
Amudî, cara yekemîn dê sibe cangoriyên komkujiya sînemaya Amudê, bêyî zulma rejîmê, bi awayekî azad bibîr bîne. Merasîm dê sibe li ber avahiya sînemayê ku peykerê cangoriyan lê hatiye çêkirin, bê lidarxistin.