Amedê got: Navê jiyanê berxwedan e

Amedê got: Navê jiyanê berxwedan e

Piştî ku çalakiya gireva birçîbûnê roja 63’emîn jî li du xwe hişt, çalakiyên gel jî her diçe berfireh dibe. Li Amedê di saetên êvar de piştî meşa bi fîtîk wekî her şev gelê Amedê bi fitîk, lambe vemirandin û beroş xistinê nerazîbûnên xwe û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê anî ziman. Di çalakiyê îro de nêzî 10 kes hatin binçavkirin.

Li gel ku berxwedana li zindanan roja 63’emîn jî li dû xwe hişt, nerazîbûnên gel yên li hemberî Hikûmeta Erdogan û piştgiriya ji berxwedêrên zindanan re her diçe berfireh dibe. Îro di saetên êvar de Kolana Hunerê ya li Semta Ofîsê bi tevlibûna Seroka Rêxistina BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, hunermend, Îlkay Akkaya, Turan Şengul û Hunermend Farqîn ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Navçeya Yenîşehîrê ve çalakiya fîrik lêdanê hat lidarxistin.

POLÎSAN MUDAXELEYÊ ÇALAKIYÊ KIR

Girseya li kolana hunerê hat cem hev bi fîtikan helwesta Serokwezîr Erdogan şermezar kir. Girseya tevli çalakiyê bû bê navber duruşmên “Em berxwedana zindanan slav dikin”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” berz kirin. Piştre jî girseyê bi pankarta “Navê jiyana azad: Jiyana bi berxwedanî ye. Di gireva birçîbûnê de roja 63’emîn. Heta ku saniyê berbi mirinê ve neçin dengê xwe bilind bike” dest bi meşê kir. Dema ku çend deqe derbas bûn polîsên li derdorê tedbîr girtibûn bi bombeyên gazê û ava şid mudaxale li çalakiyê kir. Ji ber gazê gelek kes aciz bûn. Piştî mudaxaleyê kolana hunerê vegeriya kada şer.

Hat hînbûn ku piştî mudaxaleyê 3 jê jin, yek kalê nêzî 60 salî bi giştî derdora 10 kesan li vir hat binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin polîsan bir Midîriyeta Polîsan ya Amedê.

ÇALAKGERÊ ASTENGDÊR HAT BINÇAVKIRIN

Pişt girse li vir belav bû vê car jî çalakiya gelê Amedê ya lambe vemirandin û beroş xistinê dest pê kir. Di çalakiya îşev de dimenên gelek balkêş hebûn. Astengdêrekî ku bi kopalê xwe ji bo şermezarkirinê kotiya Telekomê dixist û deng derdixist ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Li aliyê din îşev di serî de navçeya Rezan, navenda semta Ofîsê, li ber avahiya KCD’ê, li taxa Huzur Evelerî, semta Oryilê û li gelek deverên din hemû gelê Amedê li ser piyan bû. Kesên ku li ser şaneşînên xwe li beroşan dixistin bûn armanca bombeyên gazê yên polîsan. Dîsa ciwanên xwendekar jî li nava kolanê di destê wan de beroş heyî bi lêdana beroşkan piştgirî dan grevên birçîbûnê. Li semta Ofîsê çend ciwan ku li beroşê dixistin jî vê demê hatin binçavkirin.

LI REZAN BERXWEDANA BÊ NAVBER

Piştî ku polîs daketin nava qadên wekî Rezan û Huzur Evlerî di navbera polîs û ciwanan de pevçûnên tund pêk hatin. Lê ne ciwanan ne jî gel dev ji berxwedana xwe bernedane. Di vê navberê de dema ku polîsan mudaxale li çalakiya Oryilê kir wê demê dengê tifekan jî hat bihistin. Lê nehat hînbûn ku ka kî çek bi kar aniye.

Li Amedê çalakiyên ku saet nêzî 18.00’an de dest pê kiriye, hêj di serî de li ser Cadeya Goçmenler ya taxa Fatîha Navçeya Rezan û gelek deverên din bê navber didome. Çav li rêye ku ev çalakî her şev bi berfirehbûnê berdewam bike.