Altûn: Sekinandina Dersîmê nepêkan e!

Hevşaredara Dersîmê Altûn diyar kir, desthilatdarî nikare xwe li feraseta şaredariya demokratîk, ekolojîk azadîparêziya jinê rabigire û got, "Di wê baweriyê de ne wê desthilatdariya wan ji dest biçe."

Hevşaredara Dersîmê Altûn diyar kir, desthilatdarî nikare xwe li feraseta şaredariya demokratîk, ekolojîk azadîparêziya jinê rabigire û got, "Di wê baweriyê de ne wê desthilatdariya wan ji dest biçe."

Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn bersiv da pirsên servîsa Kirmanckî ya rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka.

Altûn diyar kir, êrîşên li hemberî şaredariyên DBP'yî ji hilbijartinê û vir ve dewam dikin û got, "Em bi sîstema hevserokatiyê beşdarî hilbijartinan bûn. Dewletê ev sîstem qebûl nekir û ji bo pêşî lê bigire astengiyên ne qanûnî derxist pêşiya me. Wekî din, feraseteke şaredariyê ya bi feraseta navendî tê bi rêvebirin heye. Lê feraseta me ya şaredarvaniyê feraseta demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinê ye, ku ev yek alternatîf e. Ji ber vê yekê, hewl tê dayîn hemû xebatên me yên em bi gel re dimeşînin, asteng bikin. Ji aliyê aboriyê ve jî astengî hene. Nifûsa Dersîmê nifûseke kêm e. Li gorî nifûsê, pareke karê ji banka bajaran a navendî tê dayîn. Ev yek te deyndar dike. Ji bo kar nede kirin, hewl didin projeyan asteng bikin. Bi tenê armanceke van pêkanîn heye, ew jî; pûçkirina feraseta rêveberiya xwecihî ya demokratîk, ekolojîk e."

'DIXWAZIN BÊ ÎRADE BIKIN'

Hevşaredar Nûrhayat Altûn da xuyakirin, ku bi qedandina pêvajoya muzakereyê re, ji bo şaredariyên xwe dispêrin îradeya gel bê îrade bihêlin, hevşaredar yekser hedef hatine girtin û anî ziman, ev yek bi lêpirsînên îdarî û siyasî tê kirin.

Altûn axaftina xwe wiha dewam kir: "Mînak; em hevşaredarên vî bajarî ne. Li vî carî cenaze, nexweş, xebat, daxwazên gel çêdibin. Ji ber ku di çarçoveya van daxwazan de em bi mirovan re li hev kom bûn, lêpirsîn li me hatine vekirin. Ji ber van lêpirsînan em îfadeyê didin. Li hemberî temamiya şaredariyên liherêmê, kampanyayeke reşkirinê, astengkirin û girtina ji wezîfeyê tê meşandin. Heman tişt bi serê me de jî tê. Serokwezîr, Serokkomar bi gotinên 'Em ê qeyûm bicih bikin', 'Em ê Şaredariyên DBP'yî ji wan bistînin' dest li îradeya gel werdidin."

'DITIRSIN KU WÊ ZIHNIYETA WAN A BAVIKSALARÎ BIJEHE'

Hevşaredar Altûn diyar kir, mijareke din a ew parastina wê dikin; hîn bêhtir tevlîbûna jinê û temsîliyeta wekhev e û işaret bi sedema tirsa dewletê ya ji sîstema hevserokatiyê kir:

"Di ser mewzûata qanûnî re nêzîkatiyekê nîşan didin, lê belê haya me ji vê heye; li gorî wan, eger jin di asta rêveberiyê de cih bigire wê zihniyeta wan a baviksalarî biheje û desthilatdarî ji destê wan biçe. Ji ber ku ji feraseta edaleta wekheviyê ya jinê ditirsin. Tirsa wan ji vê ye. Êrîşek ji bo şikandina feraseta parastina hebûna nasnameya jinê ye. Ev feraset hatiye rûniştandin û mewzûat jî li gorî vê ferasetê hatiye eyarkirin. Feraseta yekane ya ku vê mewzûatê bihejîne, nêrîn, hişmendî û afirîneriya jinê ye. Ji ber tirsa ji vê yekê, dixwazin bi mewzûata qanûnî me bifetisînin. Ew bi xwe jî baş dizanin, wê nikaribin pêşî li vê bigirin. Em vê yekê weke qadeke têkoşînê dibînin. Bi bangkirina ji bo îfadeyê, nikarin paş de gav bidin avêtin. Em ê li her deverê vê biparêzin. Gel ev wezîfe da me û ancax gel dikare ji me bistîne. Şaredariya Dersîmê ev sê serdem in di destê me de ye. Hewl didin di dema pêş de bixin destê partiyeke din.

Altûn bal kişand ser gefên bi bendav û HES'an tê xwarin û got, "Bi bendav, HES, qereqol û kalekolan hewl didin xeml û rewşa Dersîmê ji holê rakin û bi temamî tine bikin."

'DIVÊ GEL BÊHTIR BI RÊXISTINÎ TEVBIGERE'

Hevşaredara Altûn da zanîn, haya gel ji van hemû zext û zordariyan heye û got, "Haya partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û şaredariyê ji vê heye. Pêwîste gel jî bi rêxistinbûyîneke xurtir li dijî vê bisekine. Ji ber ku li holê, rewşeke ku yekser gel eleqedar dike heye. Divê yekîtî were avakirin, birêxistinkirin û têkoşîn bê meşandin. Li vî bajarî bingeha vê heye. Dersîm niha sekiniye, lê dema rabe ser piyan, sekinandina wê nepêkan e."