Aktîvîstên Kerkûkî: Banga KCK'ê ya ji bo yekîtiyê, dîrokî ye
Aktîvîstên Kerkûkî Ethem Cûma û Ramazan Sabir li ser banga KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî gotin, "Pêkhatina yekîtiya neteweyî li nava Kurdan wê hemû pirsgirêkan çareser bike. Em banga KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî weke bangeke dîrokî dibînin."
ANF
KERKÛK
yekşem, 18 berfanbarê 2016, 09:14
Ethem Cûma û Ramazan Sabir gotin, Kurd bi yekîtiya neteweyî dikarin bi xurtî ji nava kaosa li herêmê derkevin û ji ANF'ê re ragihandin, ku ew helwesta PDK'ê ya li pêşberî yekîtiya neteweyî rast nabînin.
Aktîvîst Ethem Cûma da zanîn, Kurd bi yekîtiya neteweyî dikarin di nava kaosa Rojhilata Navîn de bi ser bikevin û got, "Kongreya neteweyî xwedî roleke dîrokî ye. Di demeke wiha de, ku di navbera aliylên siyasî de krîz heye, kaosek li herêmê heye û êrîşên giran li gelê Kurd tên kirin, gelekî girîng e kongreya neteweyî bê lidarxistin."
Cûma da xuyakirin, di nava partiyên Başûrê Kurdistanê de yê astengiyan derdixîne û nahêle yekîtiya neteweyî pêk were PDK ye û wiha dewam kir: "PDK naxwaze yekîtiya neteweyî pêk were. Çima naxwaze? PDK dixwaze, ji bilî wê ti partiyeke din li Kurdistanê tine be. Dibêje, 'eger Kongre pêk were divê di bin kontrola min, bi pêşengiya min, bi serokatiya min pêk were'. Gelê Kurd wê kongreya neteweyî ya li gorî dilê PDK'ê qebûl neke. Divê kongre temamiya gelê Kurd di nava xwe de vehewîne."
Cûma ji hemû partiyên siyasî xwest, bersiveke erênî bidin banga KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî û got, "Ez ji vê derê bang li partiyên Kurdistanê dikim. Ji bo pêkhatina kongreya neteweyî divê bikevin nava hewldanan. Ji ber ku ji her demê bêhtir di vê demê de pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya neteweyî çêbûye."
EGER KURD BIBIN YEK WÊ SERKETINEKE MEZIN BI DEST BIXIN
Ramazan Sabir jî bal kişand ser rola dîrokî ya kongeya neteweyî û got, "Em bangên bi taybetî di vê demê de ji bo pêkhatina kongreya neteweyî hatine kirin, rast di cih de dibînin. Di vê demê de guhertinên mezin li herêmê rû didin. Di nava vê guhertinê de, bi yekîtiya neteweyî re em dikarin bi ser bikevin. Ji bo Kurd li herêmê û cîhanê bibin xwedî hêz, ji bilî yekîtiyê ti alternatîfeke wan nîne."
Sabir diyar kir, hikûmet û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bi dewletên derve ve hatiye girêdan û wiha dewam kir: "Lazim e hemû aliyên siyasî guhertinên li herêmê rast binirxînin. Pêknehatina kongreya neteweyî tê wê wateyê, ku xeterî heye hemû destketiyên Kurdan ji dest biçin. Kongreya neteweyî û çar parçeyan bigihîne hev û li qada navneteweyî temsîla çar parçeyên Kurdistanê bike.
Banga KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî bangeke dîrokî ye. Em li pişt vê bangê ne. Eger di nava Kurdan de yekîtî pêk ere, wê li herêmê bibe hêza herî xurt."