BI DÎMEN

AKP’yî ji ser cenaze hatin qewirandin

Merasîma cinazeyê 42 kesên ku duh bi şev li Dîlokê bi komkujiya hevalbendên AKP’ê, çeteyên DAÎŞ’ê jiyana xwe ji dest dayin didome.

Di merasîmê de dirûşmên ‘Kujer Erdogan’ hatin berzkirin, gel Şaredarê AKP’ê û wekîlên AKP’ê ji merasîmê qewirandin.

Duh li daweta Kurdan a Taxa Beybahçeyê ya navçeya Şahînbeya Dîlokê bi destê DAIŞ’ê komkujiyek pêk hatibû û di komkujiyê de 51 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Xebatên otopsiyê yên 50 kesê ku jiyana xwe ji dest dayîn qediyan û ew anîn morga goristanê ya Yeşîlkentê. 50 cenazeyên ku xebatên wan otopsiyê qediyan berê sibehê veşartin. Ji van cenazeyan 1 jê birin Semsûrê, 1 birin Wanê, 1 Sêrtê, ji bo 42 cenazeyan jî li Dîlokê merasîm hate çêkirin.

Li merasîma cenaze Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, Hevberdevkê HDK’ê Ertugrûl Kurkçu, wekîlên HDP’ê Nûrsel Aydogan, Îbrahîm Ayhan, Behçet Yildiri, Mahmût Togrûl û bi hezaran welatî hazir bûn.

Şandeyeke ku ji wekîlên AKP’ê pêk hatî ku bi mebesta tevlî merasîmê bibin hatin goristanê, gel destûr neda. Gel bi dirûşmên ‘’Kujer Erdogan’ ‘’hevkarên DAÎŞ’ê wekîlên AKP’ê şermezar kirin û destûr nedan ku wekîlên AKP’ê tevlî merasîmê bibin.

Li hêla din jî li gel dorpêça polîs û leşkeran jî, cenaze li rengê kesk, sor û zer hatin pêçan, bi dirûşmên ‘’şehîd namirin’’ birin heya cihê ku wan lê veşêrin.

...