'AKP/Qesr hêzên paramîlîter fermî dike'

Parlamentera HDP'ê Yîgîtalp bibîr xist, ku xwediyê SADAT'ê Tanriverdî bûye şêwirmendê sereke yê Qesrê û got, "Ev saleke ev hêzen paramîlîter li herêmê li ser kar in. Dayîna wezîfeya serşêwirmendiyê, qanûnî û rewakirina vê hêzê ye."

Parlamentera HDP'ê Yîgîtalp bibîr xist, ku xwediyê SADAT'ê Tanriverdî bûye şêwirmendê sereke yê Qesrê û got, "Ev saleke ev hêzen paramîlîter li herêmê li ser kar in. Dayîna wezîfeya serşêwirmendiyê, qanûnî û rewakirina vê hêzê ye."

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp ji ANF'ê re axivî û got, "Li Sûrê di dema 'qedexeya derketina derve' de me nivîsên bi navê 'Tîma Esedûllah' dîtin. Li Bismilê 4 zarok li cihê êzingan ên mala xwe hatibûn parçekirin û li ser dîwêr jî nivîsa 'Tîma Esedûllah' hatibû nivîsandin. Li Farqînê gelek ji van nivîsan hat dîtin. Navê xwe dinivîsandin û li ber jî şeklê heyvê çêdikirin. Ne tenê li Sûrê, li Bismilê, Cizîrê, li pişt hemû komkujiyan li ser dîwêr navên weke Eseddûllah dinivîsandin. Dema êrîş dikirin, timî tekbîr danîn. Min ev yek li Cizîr û Farqînê gelekî bihîst."

Hebûna hêzên paramîlîter herî dawî di meha Tîrmehê de li Licê di dema 'qedexeya derketina derve' de hatibû rojevê.

Yîgîtalp bibîr xist, ku gundiyên gundê Mahle yê Licê ragihandin, ku di dema operasyonê de 34 kes ji aliyê leşkeran ve hatin revandin, yek ji van gundiyan Mehmet Şîrîn Kocakaya bi îşkenceyê hat qetilkirin û got, "Gundiyan gotin 'Dema leşkeran dor li me girtin, ji niha ve wesayîtên Ranger Rover ên spî hatin. Ji van wesayîtan mirovên riya wan dirêj, daketin. Li ser milê wan nivîsen bi Erebî hebûn'. Li vê derê dixwazin nivîştek bi gundiyekî re bixwînin û dema dipirsin, ji nav wan kî dizane bi Erebî bixwîne, deh kes ji nav derdikevin û dibêjin ew dikarin bixwînin. Piştre duaya li nivîştê dixwînin. Piştre, yên hatine dibêjin, 'Benzînê bînin, em ê van bişewitînin'. Fermandar bi gotina 'Min ji navendê re ragihandiye ku min ev binçav kiriye. Lewma hûn nikarin bikin' li dij derdikeve. Li wê derê di navbera leşkeran û komê de alozî derdikeve."

Yîgîtalp da xuyakirin, ku hêzên paramîlîter ên li herêmê, heman rêbaza çeteyên DAIŞ'ê ya li Rojava û Iraqê bi kar tînin û got, "Navê xwe Esedûllah e yan jî SADAT e. Ti cudahî nîne. Ev saleke li vê derê hêzên paramîlîter ên bi ti awayî nayên kontrolkirin li ser kar in." Yîgîtalp bibîr xist, ku xwediyê SADAT'ê Tanriverdî bûye şêwirmendê sereke yê Qesrê û got, "Ev saleke ev hêzen paramîlîter li herêmê li ser kar in. Dayîna wezîfeya serşêwirmendiyê, qanûnî û rewakirina vê hêzê ye."