AKP'ê nehişt kekê Mizgîn tevlî merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe
AKP'ê nehişt kekê Mizgîn Gurbuz a li Dîlokê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, tevlî merasîmê bibe. Ap Îhsan Gurbuz nerazîbûn nîşanî vê astengiya rêveberiya girtîgehê da û got, "AKP û saziyên wê hevparê vê komkujiyê ne."
SEDAT SÛR
DÎLOK / ANF
duşem, 29 gelawêjê 2016, 10:18
Yek ji zarokên di komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan, Mizgîn Gurbuz e. Bav û birayê Mizgînê jî bi giranî birîndar in. Kekê Mizgîn Mazlûm Gurbuz li girtîgeha Rihayê tê girtin. Tevî ku mafê wî yê qanûnî ye, destûr jê re nehat dayîn tevlî merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe. AKP û saziyên wê, ku her gavê propagandayê dike û dibêje 'ew xwedî li malbatên tên qetilkirin derdikeve', ev helwesta xwe ya durû di komkujiya li Dîlokê de jî nîşan da. Ap Gurbuz nerazîbûn nîşanî vê durûtiya AKP'ê da û anî ziman, ku wan bi rengekî fermî serlêdan kirine û tevî ku mesref jî li xwe girtine, rêveberiya girtîgehê nehiştiye biraziyê wî tevlî merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe.
'RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ BI ZANEBÛN ASTENG KIR'
Ap Gurbuz da xuyakirin, ku Mazlûm ji ber sedemên siyasî nêzî 5 sal in girtî ye û diyar kir, piştî komkujiyê biraziyê wî yê li girtîgeha Rihayê xwestiye tevlî merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe. Gurbuz anî ziman ku wan serlêdana qanûnî li rêveberiya girtîgehê kirine, lê belê tevî ku hemû mesrefên aborî li xwe girtine jî, rêveberiya girtîgehê nehiştiye biraziyê wî tevlî merasîmê bibe. Ap Gurbuz destnîşan kir, ku helwesta rêveberiya girtîgehê, astengiyeke bi zanebûn e.
'HEVPARÊ KOMKUJIYÊ AKP, DURÛTIYÊ DIKE'
Gurbuz da xuyakirin, ku hikûmeta AKP'ê piştî komkujiyê daxuyanî daye û hewl daye malbatan weke 'AKP'yî' nîşan bide û diyar kir, ku rastî berevajî van îdîayên AKP'ê ye. Ap Gurbuz ragihand, AKP û saziyên wê hevparê kokujiyê ne û ji aliyekî ve jî hewl didin nîşan bidin ku eleqeya wan bi komkujiyê re nîne. Gurbuz got, "Astengiya li pêşiya tevlîbûna biraziyê min li merasîma cenaze, nîşan dide bê AKP li kîjan alî ye û hevparê komkujiyê ye. Eger AKP ne hevparê komkujiyê be, çima nahêle mirovek tevlî merasîma cenazeyê xwişka xwe bibe?"
'LI ŞÛNA KU BIÇE CERABLÛSÊ BILA AKP DAIŞ'Ê LI VIR BIQEDÎNE'
Ap Gurbuz da zanîn, ku bi rojane hewl tê dayîn ser komkujiya hatiye kirin bê girtin û bibîr xist, ku hê li ser nasnameya êrîşkarê bombeyî ti daxuyanî nehatiye dayîn. Gurbuz da xuyakirin, ku AKP bi xwe di nava vê komkujiyê de heye, lewma gavek ji bo eşkerekirina komkujiyê navêje. Gurbuz got, "AKP dibêje ku ji bo qedandina DAIŞ'ê ew çûye Cerablûsê. Derewan dike. Eger hedefa wan DAIŞ bûye, wê çavên xwe li hebûna DAIŞ'ê ya li Dîlokê negirtibûna."
'KOMKUJÎ LI DIJÎ GELÊ KURD HATIYE KIRIN'
Gurbuz diyar kir, komkujî li hemberî tevahiya Kurdan hatiye kirin û ji gelê Kurd re sersaxî xwest. Gurbuz da xuyakirin, ku ew ê dest ji berxwedana xwe bernedin û heta dawiyê li ber xwe bidin.