AKP'ê li Hezexê bi hezaran xanî xera kir

Wezîrê Pêşvebirinê yê Tirk Cevdet Yilmaz ê duh hat Hezexê, li hilweşînê mikur hat û got, 'em ê avahiyên xweştir' çêbikin.

Li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezex a Şirnexê, ku di êrîşên qirkirinê yên 44 rojan de xisareke mezin lê bû, heta niha bi dehan xanî hatin xerakirin. Di bin kontrola çeteyên Qesrê îro jî tên xerakirin.

Tevî ku şêniyên taxê li dij derdikevin jî, ev xerakirin û hilweşîn dewam dike. Wezîrê Pêşvebirinê yê Tirk Cevdet Yilmaz ê bi şopandina karê xerakirinê hatiye wezîfedarkirin, navçeya ziyaret kir. Yilmaz û yên pê re heta êvarê li navçeyê man, li şûna ku taxên ji ber êrîşên qirkirinê hatine xerakirin ziyaret bike, bi Miftiyê Navçeyê û midûrên dibistanan re rûnişt. Wezîrê Tirk Yilmaz bi artêşeke ji polîs û leşkeran derket navenda sûkê.

Li navçeya ku bi hezaran xanî xera bûne, Wezîrê Tirk 'soza' krediya bê faîz da îdîa kir ku ew ê 'avahiyên xweştir' çêbikin.