AKP'ê dest danî ser Şaredariya Hezexê
Piştî ku Hevşaredarên Hezexê duh ji wezîfeyê hatin girtin, şaredarî îro hat desteserkirin. AKP'ê qeyûmê xwe şand şaredariyê.
Piştî ku Hevşaredarên Hezexê duh ji wezîfeyê hatin girtin, şaredarî îro hat desteserkirin. AKP'ê qeyûmê xwe şand şaredariyê.
Hevşaredarê Hezexê Mehmet Mûhdî Aslan û hevşaredar Nevîn Oyman Gîresûn a girtî ye, duh ji wezîfeyê hatin girtin. AKP'ê îro danê sibehê jî qeyûmê xwe şand şaredariyê û dest danî ser şaredariyê.
Avahiya şaredariyê danê sibehê ji aliyê polîsên Tirk ve hat dorpêçkirin. Bi rêya nivîsekê ji Midûrê Karên Nivîsê re hat gotin, ku qeyûm hatiye wezîfedarkirin. Qeymeqamê Tirk ê li Hezexê Ersîn Tepelî jî îro danê sibehê tevî tîmên xwe yên taybet çû avahiya şaredariyê û bi gotina 'ez weke qeyûm hatim wezîfedarkirin' dest danî ser karên şaredariyê.
Bi Hezexê re hejmara şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên hatine desteserkirin, bû 25.