AKP'ê Berwarî spart 'zarokên axa'

AKP'ê, saziyên dewletê yên li navçeya Sêrt Berwariyê spart zarokên Emîn Ozcan ku weke 'Emîn Axa' tê naskirin. Tê gotin ku Malbata Ozcan li van saziyan, gelek karên bê hiqûqî dikin.

AKP'ê, saziyên dewletê yên li navçeya Sêrt Berwariyê spart zarokên Emîn Ozcan ku weke 'Emîn Axa' tê naskirin. Tê gotin ku Malbata Ozcan li van saziyan, gelek karên bê hiqûqî dikin.

Hikûmeta AKP'ê, saziyên dewletê yên li navçeya Sêrt Berwariyê yek bi yek radestî kesên weke 'zarokên axa' tên naskirin û ji bo wê dixebite, dike.

Zarokên Emîn Ozcan ê par jiyana xwe ji dest da, li gelek saziyên dewletê hatin bicihkirin.

BI DESTEKA QEYMEQAM HILBIJARTIN QEZENÇ KIR

Ji kurên Emîn Ozcan Tayyar Ozcan, piştî ku qeymeqam ji karmendên li navçeyê wezîfeyê dikin deng jê re xwest, hilbijartinên herêmî qezenç kir û dest bi rêvebirina şaredariyê kir. Lê belê ev rê û rêbazên bê hiqûqî yên ji bo wezîfedarkirina malbata Ozcan, têra hikûmetê nekir.

BI ZEXTA XWE YA LI HEMBERÎ MAMOSTEYÊN EGÎTÎM SENÊ TÊ NASKIRIN

Ji bo wezîfeya Midûriyeta Perwerdeya Millî ya Navçeyê jî, ji heman malbatê Mûrat Ozcan hat wezîfedarkirin. Ozcan, ji roja li vî karî hat bicihkirin û pê ve zextê li endamên Egîtîm Senê dike. Tê zanîn ku Ozcan bi serdarekî, endamekî îstîxbaratê û cerdevanan re avêtiye ser dibistanekê û gef li mamosteyên rêveberên sendîkayê yên di civînê de bûn, xwariye. Her wiha hat ragihandin ku rayedarekî leşkerî yê li navçeyê li midûrê Dibistana Seretayî ya Dugunculerê geriya ye û j xwestiye, ku eger rêveberên Egîtîm Senê werin, divê agahiyê bide qereqolê.

Wezîfeya midûriyeta lîseyeke din a li navçeyê jî ji aliyê xwarzê 'Emîn Axa' Firat Arinç ve tê meşandin. Tê gotin ku Arinç zext li 23 mamosteyan kiriye û bi zorê ew kirine endamê Egîtîm Bîr Sen a nêzî AKP'ê.

JI ALIYÊ TENDURISTIYÊ VE TI AGAHIYA XWE NÎNE, LÊ MIDÛRÊ NEXWEŞXANEYÊ YE

Nexweşxaneya Dewletê ya Berwarî jî ket nava lepên Malbata Ozcan. Piştî ku Servet Tomrîs ji wezîfeyê hat girtin, ji bo wezîfeya midûriyeta nexweşxaneyê, Kenan Ozcan ê ji tenduristiyê qet fêm nake bi awayekî sosretî, hat bicihkirin. Ozcan ê ku hînê weke Midûrê Nexweşxaneya Dewletê ya Berwariyê wezîfe dike, Midûrê Dibistana Herêmê ya Hîndekariya Seretayî ya Berwariyê bû. Piştî ku keçeke biçûk a xwendekar ji dibistanê reviya, lê hat tecawizkirin û kuştin, Ocalan ji midûriyeta dibistanê hatibû girtin.

Hat ragihandin ku Midûrê Nexweşxaneyê Ozcan, xebatkarên nexweşxaneyê li dijî endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) sor dike.

Şêniyên navçeyê ji saziyên ji aliyê Malbata Ozcan ve tê birêvebirin gazinan dikin, lê belê ti encamê nagirin.