Akademîsyen: Heskîf wê bigihêje nifşên nû û siberojê
Têkoşîna ji bo bajarê antîk Heskîf ê 12 hezar salî di nava ava bendava Ilisû de nemîne, dewam dike. Di vê çarçoveyê de li Êlihê sempozyûnek hat lidarxistin.
Têkoşîna ji bo bajarê antîk Heskîf ê 12 hezar salî di nava ava bendava Ilisû de nemîne, dewam dike. Di vê çarçoveyê de li Êlihê sempozyûnek hat lidarxistin.
Têkoşîna ji bo bajarê antîk Heskîf ê 12 hezar salî di nava ava bendava Ilisû de nemîne, dewam dike. Di vê çarçoveyê de li Êlihê sempozyûnek hat lidarxistin.
Sempozyûma ji aliyê Konseya Bajêr a Êlihê ve hat organîzekirin, li ser mijarên 'Heskîf û Geliyê Dîcle' û ' Heskîf û UNESCO' hat lidarxistin. Nûnerên gelek saziyan, şexsiyetên navbera û akademîsyen beşdarî sempozyûmê bûn. Beşdaran bal kişandin ser girîngiya pêşîgirtina li projeya bendava Ilisûyê û destnîşan kirin, ku divê Heskîf di siberojê de jî bijî. Beşdarên sempozyûmê ji ANF'ê re axivîn.
PROF. DR. ZEYNEP AHÛNBAY: Nabe bê qebûlkirin ku ev çanda gerdûnî di nava ava bendavê de bê hiştin. Di civîna li Êlihê de pispor, gelê herêmê û rêveberî li ser rê û rêbazên rizgarkirina Heskîfê sekinînin. Girîng e hewldanên di vê mijarê de werin zêdekirin û pêşî li zerarên bendavê were girtin. Di vî warî de wezîfe dikeve ser milê rêveberiyên herêmî, Wezareta Çandiniyê û wezaretên din. Divê li hev bicivin û çareseriya guncaw peyda bikin. Lê belê nepêkan e ku Heskîf di nava avê de were hiştin.
DOÇ. DR. SERHAT HARMAN: Weke Konseya Bajêr a Êlihê ji bo bala cîhanê bikişînin ser xeteriya Heskîf pê re rû bi rû ye, me sempozyûmek bi vî rengî lidar xist. Hem Heskîf, hem jî Geliyê Dîcle bi rewşeke xetere re rû bi rû ne ku di binê ava Bendava Ilisûyê de bên hiştin. Divê gelê herêmê, rêveberiyên xwecihî bikevin nava hewldanan ku tûrîzma li vê herêmê bi pêş de bibin.
DR. VEYSÎ AYHAN: Zîhniyeta heyî ji bo Heskîfê di nava ava bendavê de bifetisîne di nava hewldanên mezin de ye. Lê belê em weke aktîvîstên xweza û hawirodrê ti carî hêviya xwe ji dest bernadin û divê em Heskîfê bigihînin nifşên nû. Çawa ku DAIŞ'ê zerar da Palmîra, çawa ku Talîbanê peykerên Bûda xera kir, heman zîhniyet dixwaze Heskîfê jî di nava avê de bihêle. Lê em di wê baweriyê de ne ku wê Heskîf di nava avê de nemîne.
ENDAMÊ HEWLDANA JÎNDARKIRINA HESKÎFÊ ERCAN AYBOGA: Heskîf, ji ber ku xwedî 9 ji 10 pîvanên UNESCO ye, li cîhanê xwedî cihekî taybet e. Li cem me gelê herêmê jî xwedî cihekî taybet e, ji ber ku parçeyek ji nasnameya me ye. Di sempozyûma Heskîfê de em dixwazin ji herêmê û qada navneteweyî destekê werbigirin û kampanyayê bidin destpêkirin. Bi vî karî ve em dixwazin Wezareta Çandê serlêdana li UNESCO were kirin qebûl bike. Bêguman divê bendav jî bi vî rengî nebe. Ev jî ne xeyalperestî ye. Li cîhanê gelek proje û bendav hene, ku înşaeta wan temam bûye, lê nehatiye bikaranîn. Bi demê re girîng û nirxê Heskîfê çêtir tê fêmkirin.
SEROKÊ MAZLÛM-DER ŞAXÊ ÊLIHÊ HASAN ARGÛNA: Bi bendava Ilisû ve dixwazin Heskîfê di nava avê de bihêlin. Li vê derê bêhiqûqiyeke mezin tê ferzkirin. Ji ber ku welatekî mora xwe daniye binê qanûnên navneteweyî, bendavê ferz dike. Em bang li UNESCO dikin; cihên çandî çandî dîrokî yên xwedî yek an jî du krîteran li lîsteya mîrateya çanda cîhanê tê bicihkirin. Lê em dikin nakin nikarin ji bo Heskîfa xwedî 9 ji 10 pîvanên UNESCO'yê serlêdanê bikin. Ji bo sekinandina projeya Heskîfê tine di nava avê de bihêle, têkoşîna me dewam dike û wê dewam bike.
HEVŞAREDARA ÊLIHÊ GULÎSTAN AKEL: Yekane armanca me rizgarkirina Heskîfê ye. Ji bo ti tiştî ne dereng e. Têkoşîna me ya ji bo Heskîfê bi biryardariyeke mezin heta dawiyê dewam dike. Weke rêxistinên civaka sivîl ên bajêr, ekolojîst, şexsiyetên navdar, akademîsyen em li hev civiyan. Aliyê navneteweyî yê vê sempozyûmê jî heye. Di vê sempozyûmê de em li ser rê û rêbazên rizgarkirina Heskîfê daxivin. Yek ji girîngtirîn mîrateyên çandî dîrokî yê xaka Mezopotamyayê Heskîf e. Parastina vî bajarî ji bo nirxên mirovahiyê gelekî girîng e.