Agahiyên li ser nasnameya 6 gerîlayan

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 6 gerîlayên li Colemêrg û herêma Besta ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 6 gerîlayên li Colemêrg û herêma Besta ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Di daxuaniyê de hat gotin, "6'ê Gulanê saet di 13:00 de komek ji gerîlayên me li qada Şehîd Mazlûm a li navbear Çiyareş û Çelê ya navçeya Colemêrg Çelê diçû wezîfeya xwe, ket kemîna artêşa TC. Di şerê li vir de hevalekî me şehîd ket. 

Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd ketiye bi vî rengî ye:

Nasnav: Ronî Siyabend
Nav paşnav: Siyament Turfent
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dayik û bav: Hacara-Şukru
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Gulana 2016 / Colemêrg

LI HERÊMA BESTA 5 GERÎLAYAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Roja 29'ê Nîsanê, balafirên şer ên artêşa TC bombe li qada Xirbikê Bestê yê herêma Besta ya Şirnexê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê 5 hevalên me şehîd ketin.

Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yê şehîd ketin bi vî rengî ne:

Nasnav: Bahoz Arya
Nav paşnav: Adil Brûkîmîlan
Cihê ji dayikbûnê: Makû
Navên dayik û bav: Hatûn-Esedûllah
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2016 / Şirnex

Nasnav: Şer Dîmo
Nav paşnav: Erdal Doner
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Navên dayik û bav: Hanîfe-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2016 / Şirnex

Nasnav: Canfeda Botan
Nav paşnav: Halît Şûngûr
Cihê ji dayikbûnê: Colemêrg
Navên dayik û bav: Azîze-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2016 / Şirnex

Nasnav: Kajîn Ferman
Nav paşnav. Hediye Kulter
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Navên dayik û bav: Leyla-Resûl
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2016 / Şirnex

Nasnav: Êrîş
Nav paşnav: Ridvan Bozgan
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Navên dayik bû nav: -
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Nîsana 2016 / Şirnex"

Di daxuyaniya HPG'ê de hat destnîşankirin, ku ew ê têkoşîna cangoriyan bi ser bixînin û hat gotin:

"Ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê mehên Nîsan û Gulanê, mehên sembolbûyîn û wateya herî kûr a kevneşopiya şehîdan e. Pêvajoyeke ku ewladên leheng ên gelê me tevlî karwanê şehîdan bûne û veguheriye têkoşîna xwedîderketina bi mîlyonan.

Em hevalên xwe Bahoz Arya, Şer Dîmo, Canfeda Botan, Êrîş, Kajîn û Ronî Siyabend ên di mehên Nîsan û Gulanê de şehîd ketine bibîr tînin û destnîşan dikin, ku em ê erk û wezîfeya dîrokî ya wan di rêya azadiyê de dewrî me kirine, bi cih bînin.

Di vê dema ku ji bo bîranîna Hakiyan, Çaran, şoreşgerên mezin ên Tirkiyeyî, Leyla Qasiman, Mizgînan û herî dawî ji bo bîranan Azad û Çekdaran em biryardariya xwe ya meşa şoreşê dikin biryardariya ji pola de, em ê soza azadiyê ya me daye şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin. Em gihaştine vê biryardariyê. Bi vê soz û biryardariyê wê xwedî li bîranîna şehîdan bê derketin."

...