Adil Kurt: Erdogan wekî hirça birîndar êrîş dike!

Adil Kurt: Erdogan wekî hirça birîndar êrîş dike!

Parlamenterê BDP’ê yê Colemêrgê Adîl Kurt ku di greva birçîbûnê deye bersiv da gotinên Serokwezîr Erdogan û got: “Ya rast Erdogan neçar bûye. Ketiye tengasiyê, rastiyê dibîne. Rastiya xwe jî dibîne. Ji ber vê jî wekî hirça birîndar çiqas êrîş bike ev qas feydeyê dibîne.”

Greva birçîbûnê ya girtiyên Kurd ket di roja 64’emîn de ye. Li derve jî, bi armanca piştgiriyê bidin greva birçîbûnê, Hevseroka Giştî ya KCD’ê Aysel Tûglûk, Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak, wekîlên BDP’ê û endamên Meclîsa Daîmî ya KCD’ê û Şaredarê Amedê Osman Baydemîr jî di greva birçîbûnê de ne. Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe ya di koma partiya ya Meclîsê xwe de kir de careke din heqaret li girtiyan û BDP’yiyan kir.

Parlamenterê BDP’ê yê Colemêrgê Adîl Kurt ku ew bi xwe jî di greva birçîbûnê de ye, bertek nîşanê gotinên Erdogan yên der barê greva birçîbûnê de da. Kurt ku ji ANF’ê re axivî da zanîn ku Erdogan ji ber neçariya xwe wiha tevdigere. Kurt diyar kir ku li Tirkiyeyê her kes baş dizane Serokwezîrê Tirkiyeyê tu gotinên bi camêrî nabêje û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li Tirkiyeyê her kes hîn bû ku Serokwezîrê Tirkiyeyê gotinek bi camîrî nabêje. Her kes jî baş dizane ku Erdogan bi usluba xwe ya bê rêz bûye fenomenek li Tirkiyeyê. Tiştên derbare me de jî dibêje hinek neçariya wî dide xuyakirin. Ya rast Erdogan neçar bûye. Ketiye tengasiyê, rastiyê dibîne. Rastiya xwe jî dibîne. Ji ber vê jî wekî hirça birîndar çikas êrîş bike ev qas feydeyê dibîne

‘EM EWLADÊ KERBELAYÊ NE EYBE ŞERME, GUNEHE’

Parlamenter Kurt bi gotinên Seyît Riza ya “Em ewladê kerbelayê ne eybe şerme..” bersiv da Erdogan û wiha domand: “Êdî ew vegeriyaye ser xeta MHP’ê û di ve de bi israr tevdigere. Tiştên ji bo me dibêje encax em dikarin bi gotinên Seyîd Riza bersiva wî bidin. Îro jî ji bo me dibêje, bila di gireve de bin. Bila di wî rengî de bimînin. Lê me bi biryara Erdogan dest bi grevê nekiriye ku em bi biryara wî dev jê berdin. Em dizanin me ji bo çi dest bi grevê kiriye û em dizanin ev greva birçîbûnê bedelekî girane. Erdogan jî divê baş bizanîbe ku ew di van gotinên xwe de serkeftî nabe. Ew ê têk biçe. Ji ber wê jî gotinên Seyît Riza yên ji bo Dewleta Tirkiyeyê gotine îro em dikarin bi rehetî ji bo Erdogan bêjin. ‘Em ewladê kerbelayê ne şerme, eybe gunehe’ Ew çewa dibêje dibêje evane şow dikin, şantaj dikin. Em jî dikarin bi vê gotinê bersiva wî bidin.”

‘LI TIRKIYEYÊ AŞKERA BÛ KU HIKÛMET TUNE YE’

Kurt destnîşan kir ku derketiye holê ku li Tirkiyeyê Hikûmetek tuneye û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê bi vê çalakiyê tiştek din jî aşkera bû ku li Tirkiyeyê hikûmet nîne. Belê serokwezîrek heye lê li Tirkiyeyê hikûmet, kabîneyek nîne. Di nava kabîneyê de kesekî xwedî însiyatîf tuneye. Çewa berê Saddam kabîneyek hebû. Wezîrek hebû lê tu mafê wan yê axaftinê nebû. Çawa Beşar Esad ku niha Erdogan gelek nekamiya wî dike kabîneyek wî heye û kêrî tu tiştî nayê kabîna Erdogan jî îro li Tirkiyeyê li eynî rêzê de ye.”

‘KURD NE KOLEYÊN ERDOGAN IN’

Kurd di dawiya axaftina xwe de got ku Erdogan kurdan wekî koleyê xwe dibîne û ev tişt lê zêde kir: “Yanî Erdogan Kurdan wekî koleyê xwe qebûl dike. Erdogan di hêj wê baweriyê de ye ku kurd dê bi tiştên ku ew dide qayîl bibin. Bila Erdogan li ser vî balgehî ranezê. Kurd koleyên Erdogan nînin.

Bi rastî tu daxwaza Kurdan ji Erdogan jî tune ye. Kurd maf û azadiya xwe dixwazin. Kurd, mafê xwe dixwaze, azadiya serokatiya xwe dixwazin. kurd azadiya xwe dixwaze û kurd rakirina tecrîdê vekirina deriyên zindanan dixwaze. Kurd vê yekê jî dê bi berxwedana xwe bidest bixin. Ji we jî dema em van daxwazan tînin ziman, nekû em ji Erdogan tiştekî hêvi dikin. Ev mafên gelê kurd yên rewane û gelê kurd dê bi berxwedana xwe van mafan bi dest bixe. Eger Erdogan hêj jî qayîl bibe ku kurd wê bi weşanek qenalekî televizyonê qayîl bibin xwe dixapîne. Ger Erdogan wisa difikire se kurd wê bi dersa bijarte qayîl bibin, bila li ser vî balgehî ranezê. Eger Erdogan hêj difikire ku kurd wê tehekum û desteseriya Enqereyê qebûl bike, bila ew dest ji vê hêviyê berde. Kurd êdî dixwazin bibin xwedî statû û xwe bi xwe rê ve bibin.”