Aboriya Civakî yek ji girîngtirîn serketinên Şoreşa Rojava ye

Delegeyên beşdarî 1. Konferansa Aboriyê ya Rojava bûn diyar kirin, ku yek ji girîngtirîn hîmên Şoreşa Rojava aborî ye. Delegeyan destnîşan kirin, ku bi pêşvebirina aboriya civakî re wê yek ji pirsgirêkên girîng çareser bibe.

Delegeyên beşdarî 1. Konferansa Aboriyê ya Rojava bûn diyar kirin, ku yek ji girîngtirîn hîmên Şoreşa Rojava aborî ye. Delegeyan destnîşan kirin, ku bi pêşvebirina aboriya civakî re wê yek ji pirsgirêkên girîng çareser bibe.

Ji delegeyên konferansê, Endama Meclîsa TEV-DEM'ê ya Kantona Cizîrê û Rêvebera Komîteya Kooperatîfan a TEV-DEM'ê Dîrok Mele Beşîr, Endama Rêveberiya Navendî ya Geşkirina Aboriya Rojava Dilşa Mûstafa, Endamê Desteya Rêveberiyê ya Wezareta Sewalkarî û Çandiniyê ya Kantona Cizîrê Kamiran Ebdilezîz, Endamê Desteya Rêveber a Komîteya Aboriyê ya Rojava Mahsûm Hesen û Rêvebera Aboriya Jinê ya Yekîtiya Star Delal Efrîn, ji ANF'ê re encamên konferansê nirxandin.

Hûn pirsgirêkên bingehîn ên aboriya Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînin? 

DÎROK MELE BEŞÎR: Pirsgirêkên aboriyê yên li Rojava, nû nînin. Çavkaniya van pirsgirêkan rastiya netewe dewletê ye. Bi salane sîstema ku dewlemendiyên aboriyê yên civaka me talan dike, ti pirsgirêkên aboriyê yên civaka me çareser nekiriye, dest daniye ser çavkaniyên me û aboriya me çikandiye. Bi vî alî ve, sîstemê bi talankirina ked û nirxên civakê xwe daye avakirin. Yek ji gelên sereke yên li Rojhilata navîn êş ji pirsgirêkên sîstemê kişandiye, gelên Rojava ye. Ya ku em niha li Rojava dijîn ne tenê şoreşeke leşkerî ye. Çawa ku rewşa li qada jin, ziman û çandê tê jiyîn şoreş be, li qada aboriyê jî şoreşek heye. Yek ji hîmên bingehîn ên şoreşê, aborî ye.

KONFERANS JI BO ROJAVA XWEDÎ GIRÎNGIYEKE MEZIN E

Bi beşdariya delegeyên ji sê kantonên Rojava û Şengalê we konferansek berfireh lidar xistin. Girîngiya vê konferansê ji bo şoreşa Rojava çi ye?

DILŞA MÛSTAFA: Weke ku ji navê wê jî tê fêmkirin, bi vê konferansê re cara yekê ye gelên Rojava ji bo çareseriya pirsgirêkên aboriya civakî li hev dicivin. Bi biryarên xwe re jî konferanseke dîrokî ye. Ji xwe yek ji pirsgirêkên girîng ên şoreşa me, aborî ye. Ji bo nîqaşkirina van pirsgirêkan, peydakirina çareseriyê û avakirina danîna hîmê bingehîn ê şoreşê, em li hev civiyan.

Bi beşdariya 250 delegeyên ji hemû saziyên me û ji Şengalê, me konferansek lidar xistin. Pêkhateyên konferansê ne tenê endamên me yên li qada aboriyê dixebitin e. Watedar e ku ji her sê kantonan beşdarî hatin kirin. Ya ku bi vê konferansê re em dixwazin pêk bînin, zelalkirina rêxistinbûyîna sîstema ekonomîk a di nava sîstema xweseriya demokratîk de. Me ev yek bi gelek aliyan, bi ser xist. Me biryara wê dan, em ê qanûn û rêvebernameyên wê derxînin. Di nava komunan de em ê xwe birêxistin bikin, lê belê komun jî wê bi sîstemeke rêveberiyê ve girêdayî bin.

Hûn ê sîstemek çawa esas bigirin? Aboriya civakî wê bi çi rengî be?

Di konferansê de yek ji xalên sereke ku li ser hat rawestîn, aboriya civakî bû. Ev mijar temamiya rojekê hat nîqaşkirin. Nîqaşên ji naverokek dewlemend û watedar hatin kirin. Me kûrbûn, daxwaz û hewldanek dîtin. Ev mijar hem di mijara aboriya civakî ya giştî hem jî bi rojevên aboriya jinê re hat nîqaşkirin.

Em di pêvajoyeke gelekî girîng û hesas re derbas dibin. Em di pêvajoyeke nû ya ji nû ve avakirinê de ne. Ji nû ve avakirin jî ancax bi têkoşîna zîhniyetê re pêk were. Bi têkoşîna ruhî û çandî re dikare were kirin. Sîstema baviksalariyê ya ku heta roja îro li Rojhilata Navîn hat rûnixandin û serdest bû, li Rojava xwedî bandorên kûr e. Amûra herî girîng a têkoşîna li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst, ekonomiya alternatîf e. Asta serketinê ya vê yekê wê asta serketinê ya pratîkbûyîna konferansa me be."

KOORDÎNASYON WÊ TÊKILIYA DI NAVBER SAZIYAN DE PÊK BÎNE

Di nava sîstema demokratîk de, saziyên heyî wê bi çi rengî têkiliyê bi hev re deynin û rolên wan wê çi be?

KAMIRAN EBDILEZÎZ: Em dixwazin koordînasyonekê ava bikin ku têkiliya hemû sazî û dezgehên di qada aboriyê de dixebitin, pêk bîne. Her wiha em dixwazin projeyan biafirînin ku bersivê bidin pêwîstiyên lezgîn ên gel ên di qada bazirganî, pîşesazî û zîreetê.

Her wiha girîng e girêdana navbera Navenda Geşkirina Aboriyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bê zelalkirin. Ya herî girîng jî, ji bo afirandina feraseta aboriya civakî, biryarên li ser avakirian saziyên perwerdeyê ye.

EM SÎSTEMA ABORIYA CIVAKÎ AVA DIKIN

Yek ji hîmên girîng ên aboriya alternatîf, geşkirina aboriya civakî ye. Pêşketine li qada aboriya civakî çawa ye?

MAHSÛM HESEN: Em sîstema xwe li ser aboriya civakî ava dikin, ku ji aliyê Rêber Apo ve hat pênasekirin. Ji bo avakirina sîstema aboriya civakî û rûniştandina sîstema wê -di pratîkê de ev derket holê- divê em feraseta aboriya civakî bi gel bidin fêmkirin. Ji bo encam ji vê were girtin, ji bo guhertina zîhniyetê pêwîstî bi perwerdeyê heye. Ev 2 sal in di bin navê Akademiya Aboriyê de perwerde tê dayîn. Heta niha zêdeyî sed kes di vê perwerdeyê de derbas bûn. Lê belê xuyaye ev têrê nake. Divê gel ji aliyê aboriya civakî ve were perwerdekirin.

Aboriya civakî xwe dispêre civakê. Yanî yê xwedî kedê civak e, lê di sîstema kapîtalîst de ev ked herî zêde dikeve bin xizmeta sermayedaran yan jî hêzên dewletê. Ev ked bi erzanî tê kirîn. Civak kedê dide, lê nabe xwedî berhema derdikeve holê. Sîstema ku em dixwazin ew e; civak hem kedê bide hem jî berdêla keda xwe bibîne û bibe xwedî berhema derdikeve holê.

Aboriya Rojava xwe dispêre kîjan çavkaniyan?

Aboriya Rojava xwe dispêre petrol, çandinî, sewalkarî û bazirganiya sînor. Zîreetkarî jî heye. Em mazota ku em bi xwe hildiberîne, bi erzanî dide gel. Her wiha ji bo pêşvebirina çandiniyê, em biziran weke kredî didin gel. Vê yekê rê li ber rehetbûnekê vekir. Erd û zeviyên berê di destê dewletê de bûn, li malbatên hewcedar hatin belavkirin.

Di konferansê de, ji bilî çandiniyê li ser kîjan çavkaniyên hilberînê hat rawestîn?

Em dixwazin sewalkariyê bi pêş ve bibin. Mînak li Kobanê, piştî şer sewalkarî hat ber radeya qedandinê. Talaniyê destpê kir. Niha bê pere sewal li gel tê belavkirin. Em van heywanan ji derve dikirin û bê pere li gelê xwe belav dikin. Her wiha projeyên me yên çiftlika mirîşkan jî heye. Projeya me heye ku li Kantona Cizîrê çiftlika hilberîna çêlikên mirîşkan heye. Hînê temam nebûye. Ji bo van planên me yên çêkirina febrîqeyeke êm heye.

Di konferansê de jî hat nîşakirin, Rêber Apo di parêznameyên xwe de jî dibêje. Yek ji armancên me yên bingehîn geşkirina aboriya jinê ye. Em dixwazin jinê tevlî xebatên aboriyê bikin. Ji bo vê jî Navenda Aboriya Jinê tê avakirin."

Di nava sîstema demokratîk a Rojava de çima aboriya jinê ya alternatîf?

DELAL EFRÎN: Em ji Aboriyê re dibêjin qanûna malê ye û karê jinê ye. Ji xwe Rêbertî jî bi vî rengî pênase kir. Di heman demê de aborî rastiyeke civakê ya jiyanê ye. Jiyana jinê jî ji van her duyan nayê qutkirin. Eger mirov aboriyê pênase bikin, hingî neçar in jinê vebêjin. Eger mirov jinê vebêjin, neçar in bi civakîbûn û aboriyê re vebêjin. Têgîneke bingehîn e; dema jin tê vegotin tê gotin, ku aboriya civakî, aboriya komunal ti carî nabe bê jinê were nirxandin. Ji xwe ji ber ku jin ji vê derê hatiye derxistin, jê hatiye cudakirin, sîstema kapîtalîst nirxê ji ber mayî zêde kir û sîstema xwe ava kir. Bi vê yekê re hemû xwezaya civakê xera bû.

...