Abît Îke: Ti hikmê 'Dosyayên KCK'ê nema ye!

Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Abît Îke da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê 'Dosyayên KCK'ê bê hikum bûne û bal kişand ser komploya lê hatiye kirin.

Nûnerê HDP’ê yê Hewlêrê Abît Îke diyar kir, di bûyera Alîkarê Serokê AKP’ê yê Şirnexê Alî Kilinç de hedefgirtina wî, komplo bû û got, „Hebûn û kûrahiya komployê piralî ye. Bi zanebûn rewşek afirandin û nasnameya min a siyasî hedef girtin. Xwestin pêşî li siyaseta demokratîk a ku partiya me roj bi roj li Şirnexê bi pêş ve dibe, bigirin. Ew bûyer ji aliyê hêzên tarî yên dewletê ve hat kirin. Ti eleqeya min û hevalên navên wan tên bilêvkirin, bi vê bûyerê re nîne. Hemû delîl jî vê rastiyê nîşan didin. Hevalên min û ez, dema me êrîşeke tolhildanê dît, em di sala 2011’an de derketin derveyî welat. Ji xwe salek piştî vê, di sala 2012’an de bûyera Alî Kilinç rû da.“ Îke da xuyakirin, ku piştÎ ew derbasî Başûrê ê bû li buroya partiya xwe ya li Hewlêrê bi rengekî aktîf siyaset dewam kir û hê li ser wezîfeya xwe ye.

JI PÊŞKETINA SIYASETA KURD ACIZ BÛN

Îke bal kişand ser 'Dozên KCK'ê û anî ziman ku ev doz dûrî hiqûq û wijdanê ne. Îke da xuyakirin, ku ji ber aciziya AKP’ê ya ji pêşketina siyaseta Kurde v operasyon hatine meşandin û got, „Di van operasyonan de rola hêzên naxwazin pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aştiyane bên çareserkirin, diyar e. Bi van operasyonan xwestin giraniya siyasî û hêza temsîliyetê ya Kurdan ji holê rakin. Di operasyonên 'KCK' de mexdûrê rasteqîn siyaset û gelê Kurd e. Ji bo wijdanê raya giştî rehet bibe, divê ev doz tevî encamên xwe ji holê bên rakirin.“ Îke destnîşan kir ku 'Dosyayên KCK' ji hiqûqê bêpar in û bêhikum in.