Abbas: Roj, ji bo Kurdan roja yekgirtinê ye

‘Wek Kurd bi deh hezaran şehîdan me ev destkeftî anîn. Ji parastin û pêşxistina van destkeftiyan, ji bo tacîdarkirina bi azadiya gelê me, divê em li ser rêgezên bingehîn yekgirtinekê saz bikin.”

Hêz û partiyên Kurdan ên li Rojava banga yekîtiya neteweyî ya KCK’ê bi kêfxweşiyek mezin pêşwazî dikin û hewl didin li ser vî hîmî gavan bavêjin. Yek ji van jî Koma Neteweyî ya Kurdistanê ya di bin sêwana TEV-DEM’ê de ye.

Serokê Koma Neteweyî ya Kurdistanê Mûhammed Abbas têkîldarî banga yekîtiya neteweyî ya ku KCK’ê li partiyên Kurdan kir, fikr û helwesta xwe ji ajansa me re vegot.

‘RÊBER APO DI VÊ MIJARÊ DE GELEKÎ KED DA’

Mûhammed Abbas bal kişand ku KCK ne cara yekê ye ku banga yekîtiya neteweyî dike û wiha dewam kir; “Beriya niha jî bang û hewldanên Rêber Apo û KCK’ê di vî warî de çêbûn. Em ji vê bangê û nêzîkatiyê kêfxweş in û gelekî nirx didinê. Wek xweseriya demokratîk û partiyên di bin sêwanan TEV-DEM’ê de, em her tim yekîtiya neteweya demokratîk dixwazin. Rêber Apo di vê mijarê de ji Mesût Barzanî re peyamek şand, divitiya lidarxistina Kongreya Neteweyî û çareserkirina pirsgirêkên mabeyna Kurdan anî ziman û daxwaza xwe ragihand. Lê mixabin, Barzanî bersivek erênî neda vê.”

‘HEVSENGIYÊN NÛ AVA DIBIN, DIVÊ YEKGIRTINA KURDAN BÊ SAZKIRIN’

Abbas îfade kir ku tevî bangên beriya niha jî yekgirtina neteweyî nebû, lê îro ev yekgirtina neteweyî lezgîn e û wiha berdewamî dayê: “Îro tevahî cîhanê berê xwe dane Kurdan. Wek mînak, îro YPG û YPJ li eniya Sûriyeyê berxwedanê bi pêş dixin, gerîla jî di serî de Bakurê Kurdistanê, li tevahî çiyayên Kurdistanê berxwedanê bi pêş dixe. Lê, îro tevahî cîhan hesabên xwe yên berjewendiyan li ser Kurdan çêdikin. Piştî 2’yemîn Şerê Cîhanê, dewletên Ewropayê rûniştin û li ser Rojhilata Navîn planên xwe xistin dewrê. Sînorên nû yên cografîk çêkirin. Lê, îro dixwazin li Rojhilata Navîn hevsengiyên nû saz bikin. Dewletên Ewropî, piştî bi sed salan dûv Hevpeymana Skyes-Pîcotê, dixwazin hevsengiyên nû û nexşeyek nû ava bikin. Em jî di pêvajoyek wisa de ji bo berjewendiyên gelê xwe divê wek partî û hêzên Kurdan yekîtiya xwe ya demokratîk saz bikin.”

‘EM DIKARIN DESTKEFTIYÊN XWE BI HEV RE BIPARÊZIN, BI PÊŞ BIXIN’

Abbas destnîşan kir ku di vê pêvajoya hesas de li Rojhilata Navîn destkeftiyên mezin û derfetên azadiyê yên Kurdan hene û wiha pê de çû; “Piştî 2’yemîn Şerê Cîhanê heta niha, gelê me cara yekem xwe digihîne derfetekî wisa yê azadiyê. Roj, ji bo Kurdan roja yekgirtinê ye. Bi kedên gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê gihiştiye vê astê. Em jî wek partî dikarin nakokiyên di nav xwe de çareser bikin û bi Kongreya Neteweya Demokratîk em dikarin yekgirtina xwe ya neteweyî ava bikin.

Wek Kurd bi deh hezaran şehîdan me ev destkeftî anîn. Ji parastin û pêşxistina van destkeftiyan, ji bo tacîdarkirina bi azadiya gelê me, divê em li ser rêgezên bingehîn yekgirtinekê saz bikin. Di vê mijarê de pêwîst e em bi biryar gavê bavêjin û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.”

‘ERDOGAN Û DEWLETA TIRK DIJMINÊ KURDAN E’

Abbas, têkîldarî dijminahiya ku dewleta Tirk bi Kurdan re dike, êrîşên ku li ser vî esasî bi pêş dixin û hewldanên astengkirina yekîtiya neteweya Kurd ev anîn ziman; “Rêber Apo û HDP’e, ji bo karibin aştiyek demokratîk li Tirkiyeyê bi pêş bixin, pêşnûmeyek muzakereyê ya 10 xalan pêşkêşî dewleta Tirk kirin. Ev esas, pêşnûmeya demokratîkkirina Tirkiyeyê bû. Tirkiye tenê ev pêşnûme pêk banîba wê karîba ji vê rewşa têdeyî rizgar bibûya. Lê, dewleta Tirk vê qebûl nekir, berevajî ji bo tevahî hêzên demokratîk bipelçiqîne pêvajoyek êrîşê da destpêkirin.

Dîsa Erdogan û AKP, ne tenê êrîşî Kurdên li Bakur kirin. Her tim êrîşî yekparebûna Şoreşa Rojava û Sûriyeyê kir. Lê heta niha wek PYD, YPG, YPJ, bi tevahî partiyên Xweseriya Demokratîk, dîsa wek TEV-DEM’ê me nehişt ev şoreş bê tasfiyekirin û Sûriye parçe bibe. Me sînorê Sûriye yê ji Endîwerê heta Efrînê ku qasî 900 kîlometreyan e, me parast. Me bi hezaran şehîd dan. Lê, dewleta Tirk hin hêzên Kurdan jî girtine cem xwe û dixwaze destkeftiyên me tasfiye bike. Bi rêka wan jî dixwaze yekîtiya neteweyî asteng bikin.”

‘WÊ NIKARIBIN YEKGIRTINA NETEWEYÎ ASTENG BIKIN’

Abbas îfade kir ku dijminê Kurdan Erdogan hin hêzên Kurdan jî girtine gel xwe û êrîşî Kurdên berxwedêr dike, lê wê têk biçe û got; “Erdogan û dewleta Tirk li dijî Kurdên li Bakur, Başûr û Rojava êrîşên xwe didomîne. Pêwîst e partiyên Kurd di rewşek wisa de nakokiyên xwe çareser bikin û bibin yek.

Ez ew kesên ku xwe naspêrin hêz û îradeya gelê xwe, lê direvin Ewropa, Stenbolê û ji dewleta Tirk mûçeyan digirin, xwe dispêrin qatil Erdogan şermezar dikim. Di nav van de Siyamend Heco û Îbrahîm Buro jî hene ku li ser vî esasî êrîşî Kurdên berxwedêr dikin. Hê rê nêz e, bila ji vî xetayî vegerin. Tevî vê rewşa xwe ya sûc jî hewl didin li pêş yekîtiya neteweyî asteng bin. Em vê qebûl nakin. Ew jî, dewleta Tirk jî çi dikin bila bikin wê nikaribin pêşî li kongreya me ya neteweyî bigirin û em ê yekîtiya xwe ya neteweyî saz bikin.”