Çalakvaneke Kurd li Merîwanê hat destgîrkirin

Îro hêzên rejîma Îranê bi ser mala endamekê Meclisa Yekîtiya Mamosteyan bû girtin û ev çalakvanê Kurd destgîr kirin.

Hat ragihandin ku vê sibê hejmarek hêzên ewlehiyê yê rejîma Îranê ku xwe wek endamên Îttîlaatê dane nasîn bi ser mala çalakvaneke Kurd ê mamoste yê bi navê Şeiban Muhemedî xelkê bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê girtine û ew destgîr kirin.

Ti agahî ji aqubeta Muhemedî ku di heman demê de endamekî yê Meclîsa Yekîtiya Mamosteyan e bê ka ji ber çi hat destgîrkirin û birine kuderê tine ye.