5. Konferansa Malbatên Şehîdan li Qamişloyê destpê kir
Saziya Malbatên Şehîdan, bi şîara “Em bi ruhê berxwedêr ên şehîdan ve jiyana komunal û demokratîk ava bikin” ve li Qamişloyê 5. Konferansa xwe da destpêkirin.
Saziya Malbatên Şehîdan, bi şîara “Em bi ruhê berxwedêr ên şehîdan ve jiyana komunal û demokratîk ava bikin” ve li Qamişloyê 5. Konferansa xwe da destpêkirin.
Saziya Malbatên Şehîdan, bi şîara “Em bi ruhê berxwedêr ên şehîdan ve jiyana komunal û demokratîk ava bikin” ve li Qamişloyê 5. Konferansa xwe da destpêkirin. Axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka Konseya Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatma Tahîr ve hate kirin. Tahir, bal kişand ser keda şehîdan a di destkeftiyên Şoreşa Rojava de.
5. Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan (SMŞ) bi tevlîbûna 120 delegeyî ve saet 09.00’an destpê kir. Konferansa li salona dawetê ya li El Rewadaye ya Qamişloyê tê lidarxistin, bi şîara “Em bi ruhê berxwedêr ên şehîdan ve jiyana komunal û demokratîk ava bikin” pêk hat.
Serokê Meclîsa Rêveber ê Kantona Cizîrê Abdûlkerîm Sarûhan, Serokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo, nûnerên TEV-DEM, PYD û saziyên Kantona Cizîrê, her wiha gelek xizmên şehîdan amade bûn. Piştî axaftina destpêkê û peyaman, rapora salekê ya xebatên SMŞ’ê bi zimanê Kurdî û Erebî hatin xwendin.
‘EM Ê BI RUHÊ BERXWEDÊR Ê ŞEHÎDAN LI BER XWE BIDIN’
Di Konferansa bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de dîwan hate hilbijartin û xalên rojevê hatin diyarkirin. Destpêkê Hevseroka Konseya Şehîdan a Kantona Cizîrê Fatma Tahir axivî, Sema Yuce û şehîdê şoreşê bi bîr anî, bal kişand ku Şoreşa Rojava rastiya şehîdan e. Fatma Tahir bi bîr xist ku ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîna azadiya Kurdistanê ji şehîdê xwe yê yekem heta îro bi hezaran şehîd dane, got: “Qasî ku em xwedî li şehîdên xwe derkevin em ê karibin siberoja xwe ava bikin.”
Hevseroka Konseya Şehîdan Fatma Tahir wiha axivî: “Di serî de Sema Yuce, ez bejna xwe bi rêzdarî li ber tevahî şehîdên şoreşê ditewînim. Yên hiştin em bigihêjin van rojan ew in. Di şexsê Hevrê Sema Yuce de em soza xwe dubare dikin ku em ê bi bîranînên şehîdan girêdayî bimînin. Em beyan dikin ku em ê ji bo xeyalên şehîdên xwe jiyanek azad ava bikin û pêş bixin, em ê bi tevahî hêza xwe bixebitin.”
Endamê Meclîsa Qanûnsaz ê Kantona Cizîrê Hekîm Xêlo jî di axaftina xwe de bal kişand ser zext û dorpêçên li ser şoreşa Rojava. Xêlo ev gotin: “Em ê bi ruhê berxwedêr ê me ji şehîdan wergirtiye, li dijî komplo û zextên li ser Rojava li ber xwe bidin û ti carî serî netewînin.”
‘BI RÛMETA XWE ŞEHÎD KETIN HEBE ÇIMA BIÇIM’
Di konferansê de pirsgirêk û xebatên saziyê yên malbatên şehîdan hatin nirxandin, em bi hin xizmên şehîdan jî têkîldarî fikr û hêstên wan ên malbatbûna şehîdan axivîn.
Dayika Şehîd Şiwan a Qamişloyî Necef Sileman jî wiha axivî: “Kurê min bi şerekî lehengî gihişt şehadetê. Dema min jê re got bireve Ewropayê, got, ‘Li şûna ku ez li ser axa welatê xwe bi awayekî bi rûmet şehîd bikevim, çima ezê biçim li cihekî din bimirim.’ Ez nikarim vê gotina wî ji bîr bikim. Ji bo em karibin bibin layiqî wî û tevahî şehîdan, em wek malbatên şehîdan hewl didin li mîrateya wan xwedî derkevin. Bi Saziya Malbatên Şehîdan ve hem wek xizmên şehîdan em piştgiriyê didin hev hem jî ji bo praktîzekirina bîranînên wan em xebatan dikin. Bi vê konferansê ve em ê bi tempoyek hê mezintir xebatên xwe bimeşînin.”
‘ŞEHÎD AFIRÎNERÊ ŞOREŞÊ YE’
Dayika Mahmût Leheng ê 1994’an şehîd ketiye, Hanîfe Mahmût jî wiha got: “Şehîd, afirînerê şoreşê ye. Eger îro şoreş heye, bi saya fedakariya wan e. Di her bostek axa me de xwîna wan heye, divê em jî li ser vê axê sîstema federalî mezin bikin, ji bo pêkanîna xeyalên wan bixebitin. Biryarên di vê konferansê de hatine girtin, ji bo parastin û pêşxistina Şoreşa Rojava ya ku bi xwîna pîroz a şehîdan hatiye avakirin e.”
Konferansa Saziya Malbatên Şehîdan li salona dawetê ya El Rewadiya ya Qamişloyê didome.