Otomobîla ku 5 mamostayên li navçeya Bismila Amedê erkdar bûn hilgirt, qeza derbaz kiribû 4 mamostayan jiyana xwe jidest dabûn. 2 mamosta li Amedê, 2 jî li Bismilê spartin axê.
Otomobîla biplaqeya 21 TA 603 ku Midûrê Dibistana Seretayî ya Gundê Akbaş Hasan Ortaç, duh li 17. kîlometreya rêya Êlih-Bismilê de li bariyerên rê da û wesayît qulipî. Di encama qezayê de midur Ortaç û mamoste Halîme Kadikmak jiyana xwe ji dest dan û li Goristana Yenîkoy ya Amedê hatin veşaritn, mamosta Ihsan Bîtkîn jî li gundê Kamişlik yê Bismilê hate defin kirin.
Piştî qezayê Ahmet Çetinê ku rakirin Nexweşxaneya Herêma ya Êlihê jiyana xwe jidest da û li goristana Taxa Tekel ya Bismilê spartin axê.