4 gundên Kerkûkê ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin
Di çarçoveya operasyona hêzên pêşmerge û milîsên Heşd el Şebî ya li hemberî çeteyên li gundê Beşîr ê Kerkûkê de gundên Beşîr, Ebûl Ferec, Mezre Dewle û Îmam Reza ji DAIŞ'ê paqij kirin.
Di çarçoveya operasyona hêzên pêşmerge û milîsên Heşd el Şebî ya li hemberî çeteyên li gundê Beşîr ê Kerkûkê de gundên Beşîr, Ebûl Ferec, Mezre Dewle û Îmam Reza ji DAIŞ'ê paqij kirin.
Berpirsyarê polîsên li navçe û nehiyeyên Kerkûkê Hemîd Serhed Qadir der barê operasyonê de agahî da ANF'ê û da zanîn, ku operasyona duh danê sibehê hat destpêkirin, danê vê sibehê bi dawî bûye û çeteyên DAIŞ'ê bi temamî ji herêmê hatine derxistin.
Qadir got, "Gundê Beşîr û çend gundên li derdora wê, bi alîkariya balafirên koalîsyonê, bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Niha kontrol bi temamî di destê hêzên pêşmerge, polîs û Heşd el Şebî de ye. Xebatên lêgerîn û kontrolê yên li nava gundan dewam dikin."
Qadir da xuyakirin, ku der barê mirî û birîndarên pêşmerge û çeteyan de vê gavê agahiyeke zelal nikare were dayîn û diyar kir, çeteyên DAIŞ'ê di nava gund de 5 caran êrîşa bi wesayîtên bombebarkirî pêk anîn, di van êrîşan de ji hêzên wan kesên jiyana xwe ji dest dane hene, lê belê daxuyaniya li ser encamên operasyonê wê ji aliyê Wezareta Pêşmergeyan ve piştre bê dayîn.