Çar welatiyên ku di bombebarên li hemberî bajarê Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabûn, li bajarê Kobanê spartin axê.
Li bajarê Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê, welatiyên piştî ku Artêşa Azad ket bajêr, di topbaran û bombebarên balefirên rejîmê de jiyana xwe ji dest dane dispîrin axê. 4 welatiyên ji malbata Etê ku di bombebarana 12’ê Mijdarê li dijî Taxa Hawarna pêk hat de jiyana xwe ji dest dane spartin axê.
Welatiyên bi navê Mehmud Hacim Etê, Mesut Etê, Mistefa Etê û Mehemed Etê ku ji bajarê Kobanê ne, lê li Serêkaniyê rudinin û di bomberanê de jiyana xwe ji dest dabûn, li Kobanê bi merasîmekê spartin axê.
Ji heman malbatê zaroka bi navê zaroka bi navê Aya Mesut Etê ku ew jî birîndar bibû û biribûn Nexweşxaneya Serêkaniyê ya Bakûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Etê hîn li wir tê girtin.
Hate hînbûn ku ji heman malbatê Bangîn Etê jî winda ye. Her wiha jinek jî birîndar bû.
Endamên malbatê yên ji bombebaranê rizgar bûne, diyar kirin ku dema ew di malê de bûn bombebaran pêk hatiye û ev tişt gotin: “Her der di nava duxanê de bû. Me qet pêşiya xwe nedît. Avahî bi ser me de hat. Hemû malbata me şehît ketin. Dema em derketin derve me ji YPG’ê alîkarî xwest. Wan jî alîkariya me kirin.”
Endamên malbatê li hemberî Artêşa Azad û rejîma Baasê nerazîbûn nîşan dan û êrîş bi tundî şermezar kirin. Endamên malbatê her wiha derdorên ku bang li Artêşa Azad dikin ku bikevin bajar jî bi tundî şermezar kirin.