Li navçeya Farqînê ya Amedê komek ciwanên ku xwestin piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê, çalakî pêk anîn rastî êrîşa polîsan hatin. Di êrîşê de bombeya ku hate îdîakirin bombeya denge teqiya û di teqînê de 3 zarok birîndar bûn.
Li navçeya Farqînê komek zarok li kolana Rêya Bejayî ya Taxa Feridunê kom bûn û bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê çalakî pêk anîn. Piştî komê çalakî pêk anîn, polîsên hatin cihê bûyerê bi bombeyên gazê û ava şit êrîş kir. Li taxa Feridunê di êrîşê de madeyek teqîya û di teqînê de yek jê giran 3 zarok birîndar bûn.
Zarokên bi navê M.F. (15), Y.Ç. (14) û B.M. (16) birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê. Y.Ç. li nexweşxaneyê ameliyat kirin û B.M. û M.F. jî sewqî Amedê kirin. Hate zanîn ku, destên Y.Ç. çavê wî bi giranî birîn bûne. Hate zanîn ku gelek kes jî hatin binçavkirin.