3 şervanên YPS'ê jiyana xwe ji dest dan

YPS'ê diyar kir, di şerê pêr ê li navçeya Wan Artemêtanê de 3 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.

Koordînasyona Giştî ya YPS'ê da xuyakirin, roja 13'ê Hezîranê saet di 16:00 de, yekîneyeke YPS'ê ya li Xaçerêya Hala Zebzeyan a li navçeya Wan Artemêtanê bû, ji ber ku polîs pê hesiyan, şer kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vî şerî de 2 polîs bi giranî birîndar bûne, sivîlekî jiyana xwe ji dest dane, sivîlek jî birîndar bûye. Di şerê li vir de 3 hevalên me şehîd ketine. Agahiyên li ser nasnameyên 3 hevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin."

Daxuyaniya YPS'ê bi vî rengî dewam kir:

"Roja 9'ê Hezîranê, di şerê li taxa Xaçortê ya li navçeya Wan Îpekyolûyê, 3 hevalên me şehîd ketin. Nasnameyên hevalên me yên şehîd ketine bi vî rengî ne:

Şiyar Serhed/Ferdî Narîn/Hatîce-M.Alî/1990 Agirî

Bagok Colemerg/Sezgîn Armût/Halîme-Hekîm/1988 Colemêrg

Denîz Van/Abdulbekîr Atabey/Kûmrî-Yûsûf/1996 Ebex"