3 şervanên li Minbicê şehîd ketin li Kobanê hatin veşartin

Ji bo 3 şervanên azadiyê ku di pêngava rizgarkirina Minbicê de şehîd ketin, li Kobanê merasîm hate lidarxistin.

Ji bo Aslan Qehreman, Bahoz Serhed û Andok Farqîn ên li Minbicê nemir bûn, li Kobanê merasîm hate lidarxistin. Bi sedan kesên ku tevlî merasîmê bûn li ber Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê kom bûn.

Girseyê li vir cenazeyên şervanên azadiyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Termîkê meşiyan. Li Şehîdgehê ji bo şehîdên azadiyê merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Dûvre Fermandara YPG/YPJ’ê Engîzek Kobanê û li ser navê Kongreya Star jî Semîre Ehmed axivîn.

Qisekeran ji bo malbatên şehîdan sersaxî xwestin, destnîşan kirin ku Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ber bi dawî hatiye. Qisekeran diyar kirin ku bi saya qehremanên azadiyê ve şervanên Minbicî wê wehşeta 3 salan a bi destê çeteyan pêk hatine paqij bikin û dilsoziya bi şervanên azadiyê anîn ziman.

Piştî axaftinan nasnameyên şervanên azadiyê hatin xwendin û şehîd bi sloganan hatin definkirin.