3 rojan şîn hate îlankirin
Ji ber êrîşa Qamişloyê, li gelemperiya Rojava 3 roj şîn hete îlankirin.
Ji ber êrîşa Qamişloyê, li gelemperiya Rojava 3 roj şîn hete îlankirin.
Bi boneya êrîşa xwekûjî a ku li hember welatiyên sivîl a li Qamişloyê Kordînasyona giştî ya hersê Kantonên Rojava(Cizîr, Kobanê û Efrîn), bi daxuyaniyekê, li tevahiya Rojava 3 roj şîn îlan kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo vê bûyerê li Rojava 3 roj şîn radigihînin û ji bo sekna li kêlek malbatên qurbaniyan û birîndaran, bang li hemû desteyan kirin ku hemû rengên destekê bidin. Bi taybet desteya tenduristiyê û desteya şaredariyan.
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em ji gelê xwe re radighînin ku em ê li hember hemû rengên terorê li ber xwe bidin. Em ê ji bo parastina, gelê xwe ti car gav paşve navêjin. Ew ê berxwedan û yekîtiya di navbera hemû pêkhateyan de xurtiri bibe û em ê armancên gelê xwe bigihînin serî û ewlehiyê li herêmê bicih bikin.”
Di dawiya daxuyaniyêde bang li hemû welatiyan Rojava hat kirin ku ji bo bicihkirina ewlehiyê bi hêzên Asayîşê re bibin, alîkar û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî û ji birîndaran re şifaya xêrê hat xwestin.