3 kesên li herêma Operasyonê winda bibûn hatin dîtin

3 kesên li herêma Operasyonê winda bibûn hatin dîtin

Malbata Acar ya ji Mûşê xwe gihand 3 xizmên xwe yên 6 roj berê li herêma operasyonê hatin revandin. Kiymet Acar diyar kir ku, hefteyekê leşkeran av û xwarin neda wan.

Piştî şeva 12'ê gulanê Serokê AKP'ê yê Pasûrê Veysel Çelîk ji aliyê HPG'ê ve hate revandin, leşkeran di 13'ê gulanê de li sêgoşeya Mûş, Çewlîk û Amedê operasyon da destpêkirin. Piştî operasyonê di 14'ê gulanê de ji malbata Acar 3 welatî binçavkirin û birin. Xizmên 3 windayan ji bo winda bên dîtin çend caran çûn herêma operasyonê û duh serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mûşê dabûn û alîkarî xwestibûn. Piştî xizmên Hamit Acar, Kiymet Acar û Hakki Acar duh çûbûn herêma operasyonê û diyar kiribûn ku yekî fermandar ji wan re gotiye; "Hûn agahiyê nedin çapemeniyê em dê heta 3 demjimêran xizmên we bidin we". Li ser vê yekê xizmên windayan vegeriyan Mûşê. Îro ji malbata Acar 7 kesên din dîsa çûn herêma operasyonê. Îrfan Acar, anî ziman ku dema çûn gundê Badineka yê herêma operasyonê kes li wir tune bû û xizmên xwe girtin û vegeriyan

Welatiyê bi navê Kiymet Acar yê 85 salî ku hefteyek winda ye serpêhatiyên xwe wiha anî ziman: "Em serê sibê di demjimêr 08.00’an de çûn nava zeviyê. Me pezê xwe çêrand. Pişt re operasyonê dest pê kir. Leşkeran ji bo me ji qada operasyonê dûr bixe em birin gundê 5 malî. Em 7 rojan di wê malê de girtin. Ji mere negot çima em girtine, lê 7 rojan ne nan ne av dan me. Her roj 15-20 helikopteran diçu herêm bombe dikir. Me li wir ne leşker ne jî gerîla yên kuştî nedît. Malbata Hamît Acar û Hakki Acar jî ew wergirtin û birin Êlihê.